Şehîd Hadî Mihemed El-Şûca li Til Koçer hate veşartin

Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçber cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Hadî Mihemed El-Şûca wergirt û li Goristana Şehîd Îqab El-Eswed veşart.

Şehîd Hadî Mihemed El-Şûca li Til Koçer hate veşartin
14 gulan, 2022   12:12
QAMIŞLO

Vê sibê bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê li Qada Hûriyê cenazeyê şehîd Hadî Mihemed El-Şûca ji nexweşxaneya Şehîd Hogir a Navçeya Dêrikê wergirt û ber bi Goristana Şehîd Îqab El-Eswed a li navçeya Til Koçer ketin rê.

Li goristanê şervanên Erka Xweparastinê toreneke leşkerî li dar xist.

Ji fermandarê Hêzên Erka Xweparastinê Yasir Matar axivî û got: "Hêzên tarî bi hemû rêbazan hewl didin civakan ji hev parçe bikin û bindest bikin. Lê gel li ser bingeha fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan tê dikoşe. Her wiha li ser bingeha neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş dijî. Bi saya hêz û têkoşîna gerîlayên xwe em ê terorê têk bibin û hemû herêmên xwe rizgar bikin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Koçer Ehmed Seyid Elî axivî û got: "Şehîd rêya têkoşîna me ronî dikin, em ê xwe bi rêxistin bikin û dê şopdarên rêya şehîdan bin"

.

Dûre nasnameya şehîd Hadî Mihemed El-Şûca hate xwendin û radestî malbatê kirin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Hadî El-Şûca

Navê dayikê: Menîfe

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka ji dayikbûnê: Til Koçber 1996`an

Dîroka tevlêbûnê: 31-6-2020`an

Dîrok û cihê şehadetê: 12-5-2022`an li nexweşxaneya şehîd Xebat a Qamişlo

(eh)

ANHA