​​​​​​​Gerîlayan çalakiyek li dijî baregeha artêşa dagirker a li Kanîmasiyê li dar xist

Gerîlayên azadiya Kurdistanê îro danê nîvro bi çekên giran li baregeha dewleta Tirk a li Kanîmasiyê xistin. Artêşa dagirker ji ber panîkê herêm bi dijwarî bomberdûman kir.

​​​​​​​Gerîlayan çalakiyek li dijî baregeha artêşa dagirker a li Kanîmasiyê li dar xist
13 gulan, 2022   16:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate hînbûn ku roja 13’ê Gulanê saet 13:10’an gerîlayan bi çekên giran li baregeha Kanîmasiyê ya dewleta Tirk a dagirker xistine.

Tê gotin ku artêşa Tirk a ku ketiye nava panîkeke mezin, qada Kanîmasî û qadên gerîla yên li herêma Metîna bi balafirên şer û topan bomberdûman kiriye.

Derbarê kuştî û birîndarên artêşa Tirk de hîn agahî nehatin bidestxistin.

Çavkanî: ANF