​​​​​​​Li Şêxmeqsûdê du malbat hatin lihevanîn

Li taxa Şêxmeqûsd a Helebê bi civîneke berfireh du malbat hatin lihevanîn.

​​​​​​​Li Şêxmeqsûdê du malbat hatin lihevanîn
13 gulan, 2022   15:52
HELEB

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Fermandariya Giştî ya YPG'ê du malbat, yek ji Efrîn û ya din ji Kobanê li hev anîn.

Di navbera malbata Reşo ya ji gundê Coqa yê Efrînê û malbata Begar a ji gundê Boraz ê Kobanê de nakokiyek li ser mijarên diravî derketibû.

Civîna lihevanînê li hola Star Lait a li herêma Şiqêf a Helebê hate lidarxistin. Nûnerên saziyên sivîl, meclisa leşkerî, fermandarên YPG û bi dehan rûspî û endamên herdu malbatan beşdarî civînê bûn.

Ji fermandarên YPG'ê Şervan Efrînê axivî û anî ziman ku pergalên despotî dixwazin nakokiyan di navbera pêkhateyên herêmê de derxînin.

Her wiha îşaret pê kir ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê derdora 50 salî ji temanê xwe li hemberî planên derxistina fitine û tevliheviyê şer kir û got, fikirê rêber Abdullah Ocalan ên ji bo belavkirina nirxên biratiya gelan û jiyana hevbeş, ji van planan bû bersiv.

Şervan Efrînê nêzîkatiyên dewletê yên çareserkirina nakokiyan bi rêya dadgehan û tewkîlkirina parêzeran rexne kir û got, ev şêwaz edaletê pêk nayîne, ji ber ku delîlan, dûrî exlaqê esas digire.

Ji rûspiyên taxa Şêxmeqûsdê Îsmaîl Şêxo xebata lihevkirina herdu malbatan silav kir û got: "Tevger azadiyê bi navaroka xwe ya giştî de li ser rakirina têgînên li ser astaê tayîfî dixebite. Pêvajoya ku herêm tê re derbas dibe yekitiya civakan pêwîst dike. Her wiha divê şehîd wekî minbera esasî û lêvegera bilindkirina asta berxwedanê werin esasgirtin."

Rûspiyê bi navê Mihemed Hec Mistefa jî got, welat yek e, xwîn yek û tu tişt nikare li hemberî girêdana civakê bisekine û wê jihev bixeîn.

Mistefa bal kişand ser civaka exlaqî ya ku rêber Ocalan destnîşan dike û got, di vê civakê de gotinên cudekarî û nakokî de tune ne.

Di dawiyê civînê de herdu malbat dest dane hev û sofre hate dayîn.

ANHA