​​​​​​​Rêxistinên Bakurê Kurdistanê: Polîtîkayên asîmîlasyonê biterikînin

Rêxistinên civata sivîl ên Bakur bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ber avahiya edliyeyê ya Amedê daxuyaniyek da û ji bo terikandina asîmîlasyon û polîtîkayên tekperestiyê bang kir.

​​​​​​​Rêxistinên Bakurê Kurdistanê: Polîtîkayên asîmîlasyonê biterikînin
13 gulan, 2022   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Baroya Amedê, Tevna Zimanê Kurd, Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Seroka Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê Elîf Bîrlîklî daxuyanî da û qala dîroka 15'ê Gulanê kir ku roja destpêkirina weşana kovara Hawar e û ji sala 2006'an û vir ve wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Di daxuyaniyê de ev daxwaz hatin kirin:

- Bila astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê bêne rakirin û ji bo bikaranîna vî mafî guhertinên qanûnî bêne kirin,

- Polîtîkayên asîmîlasyon û tekperestiyê bêne terikandin û derfet ji bo jiyan, çand û pir zimanî bêne afirandin,

- Cih û warên ku navê wan hatine guhertin navên wan ên rastî li wan bêne vegerandin,

- Ji bo bikaranîn û hînbûna ziman hemû astengî ji holê bêne rakirin û guhertina destûra bingehînî bê kirin.