ANHA'yê gundên Kobanê yên bombebarankirî şopandin

Ajansa me gundên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine bombebarankirin ên li gundewarên rojavayê kantona Kobanê şopand.

ANHA'yê gundên Kobanê yên bombebarankirî şopandin
ANHA'yê gundên Kobanê yên bombebarankirî şopandin
ANHA'yê gundên Kobanê yên bombebarankirî şopandin
13 gulan, 2022   13:10
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh herêma Cerabulus ya dagirkirî, ji baregeha Karkemîş a li hemberî gundê Zor Mexar û baregeha Zîrî ya li hemberî gundê Ziyara, gundên Şiyûx Cûrîn, Zor Mexar, Beyadiyê, Ziyaretê, Çelxalo, Aşmê, Sîlim, Kûr Elî, Dîkmedaş, Sifteka Cûrîn û Cêrîn, Bûban, Çarqilî û Dolî Sixîr bombebaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker çeperên hêzên hikumeta Şamê yên li gundên Zor Mexar û Bûbanê jî bombebaran dike.           

Dewleta dagirker di bombebarana xwe ya li di ser gundên navborî de roket, top û çek bi kar anîn. Nûçegihanê ajansa me Dîcle Ehmed ziyanên madî yên ku gihaştine mal û milkên welatiyan, şopandin.

Dewleta Tirk zêdetirî 200 topên hewanê avêtin van gundan, her wiha balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li asîmanê kantonê digerin.

(dx)

ANHA