​​​​​​​Li Kabulê teqînek di hundirê mizgeftekê de pêk hat

Li paytexta Efganistan Kabulê îro di dema nimêja înê de, teqînek di hundirê mizgeftekê de pêk hat û di encamê de herî kêm 3 kes birîndar bûn.

​​​​​​​Li Kabulê teqînek di hundirê mizgeftekê de pêk hat
13 gulan, 2022   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Talîbanê ragihand kir ku îro di dema nimêjê de teqînek di hundirê mizgeftekê de li paytexta Kabulê pêk hat.

Li gorî Amag Newsê, berdevkê Polîsên Kabulê Xalid Zedran da zanîn ku teqîn li Mizgefta Eyûb Sabir a li herêma pêncemîn a Kabulê rû daye.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê de herî kêm 3 kes birîndar bûne.

DAIŞ`ê berpirsyariya gelek teqînên di demên dawîn de li mizgeftan li Efganistanê qewimîne, girtiye ser xwe.

(dx)