Sîham Dawûd: Em hewl didin Sûriyeke demokratîk ava bikin

Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd teqez kir ku ew hewl didin di pêvajoya bê de xwe bigihînin şepelên siyasî, partî û kesayetên sûrî yên li hundir û derve da ku mala sûrî komî ser hev bikin, aloziya li welat çareser bikin û Sûriyeyeke demokratîk a pirreng û nenavendî, ava bibin.

Sîham Dawûd: Em hewl didin Sûriyeke demokratîk ava bikin
12 gulan, 2022   06:18
REQA – EHMED EL-ESAF

Partiya Sûriya Pêşerojê îna borî li Reqayê kongreyê xwe yê 3`emîn li dar xis. Di kongreyê de sazûmaniya xwe guhertin, serokek nû ji partiyê re, sekreterek giştî û endamên meclisa giştî hatin hilbijartin.

Têkildarî mijarê sekretera giştî ya nû ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd lidarxistina kongreyê li hemû pêkhateyên gelê Sûriyê pîroz kir û got: "Di kongreyê de xebatên nivîsgeh û meclisên partiyê li herêmê û xebatên rêxistinî yên partiyê hatin nirxandin."

Sîham Dawûd destnîşan kir ku tevî rewşên zehmet û astengiyên ku rastî wan hatine, partiyê xebatên xwe berdewam kirin û wiha domand: "Em gihaştin asteke baş da ku hêviyên gelê Sûriyê temsîl bikin û armancên wî di avakirina Sûriyeyeke pêşerojê pêk bînin. Em ji gel re nêrîna partiyê, armancên wê û hewldanên wê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê şîrove dikin."

Sîham Dawûd wiha pê de çû: "Hin kêmasî di aliyê diplomatîk de hebûn. Lê di pêvajoya pêş de em ê hewl bidin van şaştî û kêmasiyan di tecrubeya xwe ya du salên borî de derbas bikin û ev tecrube bibe zemîn û destpêkeke saxlem ji bo xurtkirina pîvan, armancên partiyê û xwe bighînin beşeke mezintir a gel. Her wiha em bibin dengê gelê Sûriyê û partî bibe pêşeroja Sûriyê."

Sîham Dawûd têklidarî stratejiya partiyê ya nû ev agahî parve kir: “Di pêvajoya bê de me stratejiyeke rêxistinî û dîplomatîk ji bo xurtkirina rola partiyê daniye. Peywendiyên me bi gelê Sûriyê li hundir û derve heyne.”

Sîham wiha domand: "Em hîn di destpêkê de ne. Lê em ê bi hemû hêza xwe bixebitin da ku em bibin dengê gelê Sûriyê. Stratejiya me ya rêxistinî û xebatên siyasî û dîplomatîk di dema bê de heye. Ev yek dê bi rêya xebatên û çalakiyên ku em ê di dema bê de lidar bixin, diyar bibe."

Her wiha Sîham Dawûd teqez kir ku Partiya Sûriya Pêşerojê; partiyeke sûrî, bi nasnameya niştîmanî ya sûrî ye û ev li gotina xwe zêde kir: “Bi hemû pêkhate, netewe û mezheban re û hemû gelê Sûriyê re disekine. Ev pirrengî, zengînbûna şarestanî û çandî ya Sûriyê wê ji dewletên din ên herêma Rojhilata Navîn cudatir dike.”

Sîham Dawûd wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji destpêka damezirandinê ve û heta vê kêliyê me banga diyaloga sûrî – sûrî kir. Ji ber wê em di pêvajoya bê de, xwe bigihînin hemû şepelên siyasî, partî û kesayetên sûrî li hundir û derveyî Sûriyê, da ku xwe nêzî hev bikin.  Em ê mala sûrî komî ser hev bikin, aloziya li welatê xwe çareser bikin û Sûriyeyeke demokratîk a pirreng û nenavendî ava bikin."

(bx)

ANHA