Di êrişa dagirkeran a li Kobanê de welatiyek şehîd bû

Di êrişa balafira bê mirov a bi çek a dagirkeriya Tirk li ser başûrê bajarê Kobanê de, welatiyê bi navê Ekrem Ustek şehîd bû.

Di êrişa dagirkeran a li Kobanê de welatiyek şehîd bû
Di êrişa dagirkeran a li Kobanê de welatiyek şehîd bû
Di êrişa dagirkeran a li Kobanê de welatiyek şehîd bû
11 gulan, 2022   10:35
KOBANÊ

Vê sibê balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker başûrê bajarê Kobanê û navenda bajêr hedef girtibû. Di êrişê de welatiyê bi navê Ekrem Ustek ê ji Bakurê Kurdistanê şehîd bû. Ustek sala 2014`an di dema êrişa çeteyên DAIŞ`ê li ser Kobanê de bersiva banga seferberiyê dabû û berê xwe dabû Rojava.

Ekrem Ustek (50) ku zewicî ye û bavê zarokan e, piraniya jiyana xwe di xizmeta doza kurdî û tevgera rizgariya Kurdistanê de borandiye.

Ekrem Ustek di salên 1990`î de ji aliyê hikumeta Tirk ve hatiye girtin û 10 sal di girtîgehê de derbas kirine. Her wiha lawekî wî di girtîgehên Tirkiyê de tê ragirtin.

Tê payîn ku sibe pêncşemê Ekrem bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle di saet 14:00`an de were oxirkirin.

(cx)

ANHA