50 ciwanên ji Rojava tev li refên gerîla bûn

Li ser banga seferberiyê ya Komalên Ciwan, 50 ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê tev li nava refên gerîla bûn û bang li ciwanên Kurdistanê kirin ku tev li cenga azadiya Kurdistanê bibin.

50 ciwanên ji Rojava tev li refên gerîla bûn
11 gulan, 2022   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û bi hevkarê xwe PDK’ê re, ji 17’ê Nîsanê de êrişî Herêmên Parastina Medyayê kirine. Dixwazin di şexsê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de tevahî gelê Kurd û gelê bindest qir bikin û li ser qirkirina wan xwe bidin jiyankirin.

Komalên Ciwan, li hember hemû êrişên dagirkeriyê, yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, li ser tevahî Kurdistanê seferberî îlan kir.

Li gorî Nûçe Ciwan, 50 ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê bersiva banga Komalên Ciwan dan û tev li nava refên gerîla bûn.

Ciwan bi dirûşma “Di 50’yemîn sala serkeftinê ya Rêber Apo de, em jî berê xwe didin çiyayên azad” bi daxuyaniyekê tevlêbûna xwe ragihand.

Daxuyaniya ku ji aliyê ciwanan de hatiye dayîn wiha ye;

“Niha li çiyayên Kurdistanê, Tirkên hov û hevkarê wê PDK’ê li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê, êrîşên hovane bi pêş dixînin. Lê belê ev bû 50 sal bi têkoşîna PKK’ê bersiva wan tê dayîn. Niha li çiyayên Kurdistanê de asê mane. Li hember gerîla ne dikarin şer bikin û ne jî dikarin şûn de bikêşin. Ev rastiyeke ku tenê PKK’ê ji bo gelê Kurd û Kurdistanê şer dike.

Her carê ku xwestine gelê kurd qir bikin pkk’ê li beramberî xwe dîtine. Di Rojavayê Kurdistanê de yên li beramberî terora dewleta Tirk û DAIŞ’ê şer kiriye û xwe kiriye mertalê parastina şoreşa Rojava PKK’ê bû. Di Şengal û Başûrê Kurdistanê de jî hêzên ku xwe rewa dibînin li hemberî DAIŞ’ê bi derfetên xwe yên mezin têk çûn, tenê gerîlayên HPG û YJA STAR’ê bêyî ku destûr ji kesekî bixwezin derbasî qadên şer bûn û şer kirin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji bo gelê kurd hebûn û nîşaneya sekeftinê ne, ji ber vê jî dewleta Tirk a dagirker vê carê berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. Di 17’ê Nîsana 2022′ an de dewleta Tirk û hevakarê wê PDK’ê êrîşên dagirkeriyê li ser Avaşîn, Zap û Metîna ve dan destpêkirin. Hemû çete, cerdevan û teknîkên xwe ji bo qirkirina gelê kurd seferber kirin e.

Pêwîste êrîşa ku li çiyayên Kurdistan tê meşandin, wekî êrîşa qirkirina gelê kurd were fêm kirin. Dewleta Tirk bi piştgiriya NATO û hevkariya PDK’ê bi hemû cureyên derveyî pîvanên şer li hember gerîla ketiye nava şerekî dijwar. ji bi karanîna gazên kîmyawî, heya bombeyên qedexekirî hemû tên bikaranîn. Li ruxmî vê jî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û leşkerên Rêber Apo bi rihekî fedayî û bi israrek mezin li hemberî hêza NATO şer dikin û bê navber derbên giran li dijmin dixin.

Em jî weke ciwanên Rojavayê Kuridstanê, berê xwe didin Zapê. Dema ku DAIŞ’ê êrîşî Rojavayê Kurdistanê û Şengalê kir, ji bilî gerîla kesî parastina gelê kurd û welat ve nekir. Em jî weke ciwanên Rojavayê Kurdistanê, berxwedaniya gerîla ji bo xwe mînak digirin. Ji bo wê em biryara xwe didin ku bi gerîla re, li çiyayên Kurdistanê tevlî pêngava seferberiya ku tevgera ciwanan ragihandiye bibin, li ser vê bingehê tevlî nava refên gerîla dibin.

Di 50’yemîn sala serkeftinê a Rêber Apo de, em 50’î ciwanên Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin çiyayên azad. Li ser vê bingehê em bang dikin ku hemû ciwanên Kursitanê tevlî şerê serkeftinê bibin. Werin cenga azadiya Kurdistanê.”