'Divê cîhan li hemberî sûcên li Îmraliyê berpirsiyariya xwe bîne cih'

Desteya Parastina Parêzerên Birêz Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li cîhanê kir li hember êşkenceya derûnî û fîzîkî ya li dijî rêber Ocalan li Îmraliyê tên kirin, berpirsiyariyên xwe bînin cih û got: “Li ser jiyana rêber Ocalan xeterî heye.”

'Divê cîhan li hemberî sûcên li Îmraliyê berpirsiyariya xwe bîne cih'
9 gulan, 2022   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteyê bi daxuyaniyeke niviskî ku îro daye, binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rêber Abdullah Ocalan wek binpêkirina hemû mafên di qanûna navneteweyî de hatine misogerkirin, bi nav kir.

Desteyê piştî qedexekirina hevdîtina rêbertî bi parêzeran re heta 6 mehan beyî ku sedemên qedexekirinê eşkere bike, ev daxuyanî da:

 “Li gel berdewamkirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ku ji pîvanên Neteweyên Yekbûyî (NY) dûr e, hîna jî mafê rêber Abdullah Ocalan heye ku bi parêzeran û malbatê re hevdîtinê bike. Lê dîsa jî va ye dewleta Tirk bi rêya Serdozgeriya Giştî ya Bûrsayê daxwaza parêzeran a hevdîtinê red dike. Ji ber wê Yekitiya Parêzeran a Ewropayê ya ji bo Demokrasiyê û Mafên Mirovan a Cîhanî, bang li CPT`ê kir ku serdana girtîgeha Îmraliyê bike.

Li gel ku revandin û darizandina şeklî ya rêber Abdullah Ocalan bi tena serê xwe du sûcên navneteweyî ne, em bang li cîhanê dikin ku li hember sûcên li Îmraliyê têne kirin, berpirsiyariyên xwe bînin cih, bi taybet civata navneteweyî ku hîna li hember sûcên dewleta Tirk li dijî gelên herêmê û xeteriya wê li ser azadî, demokrasî, aştî û ewlehiya navneteweyî xeter in, bêdeng e.

Desteya Parastina Parêzerên Birêz Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku hemû parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelek çalakgerên siyasî û hiqûqî endamên wê ne, têkildarî xeteriya li ser rêber Ocalan bang li NY`yê dike ku biryara 9-12-1988`an a bi hejmar 43/173 pêk bîne ku ji gelek rêgezên parastina hemû girtiyan pêk tê. Her wiha li biryara din a di 14-12-1990`î de hate ragihandin vegere ku ji rêgezên bingehîn ên danûstandina bi girtiyan re pêk tê û peymana pêşîgirtina êşkenceyê, danûstandina ne baş, cezaya giran, nemirovî û nexweş pêk bîne.

Divê haya wan jê hebe ku dewleta Tirk madeya 9`an a Peymana Navdewletî ya mafên sivîl û siyasî ya di 15`ê Sibata 1999`an de, bin pê kiriiye, dema rêber Ocalan ji dewleteke din hat revandin û Komeleya Giştî ya NY`yê li hember vî sûcî bêdeng ma ku, ji ber wê sûcên dewleta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan berdewam dikin.

Divê ev bêdengiya navneteweyî tavilê bi dawî bibe, divê bi lez komîteyên têkildar bişîne Îmraliyê bi taybet CPT. Nexasim ku dewleta Tirk vê dawiyê cezayên keyfî li dijî rêber Ocalan ferz kirin û hevdîtina parêzeran heta 6 mehan qedexe kir. Bi vê yekê difirkire ku dê rastiya tecrîda li ser rêber Ocalan ji cîhanê veşêre ku ji 15`ê Tebaxa 1999`an de berdewam e.

Dewleta Tirk hîna li pêşiya civata navneteweyî ya fermî derdikeve û rojava qanûnên NY`yî binpê dike. Bi binpêkirinên li dijî rêber Abdullah Ocalan, dewleta Tirk hemû mafên di qanûna navneteweyî de hatine misogerkirin binpê dike.”

 (eh)