ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-05-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-05-2022
5 gulan, 2022   23:00

-Şêniyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer sersaxiya şehîd HPG’ê Herekol Tekoşer li Girkê Legê dikin. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Silêman Hemo tevgerên vê dawiyê yên artêşa Iraqê li Şengalê yên bi destekdayîna PDK`ê, wekî tirseke eşkere ji belavbûna projeya Rêveberiya Xweser a Şengalê li herêmên Iraqê hesiband. Hemo wiha bi van gotinan xîtabî artêşa Iraqê kir: "Dema DAIŞ'ê êrişî me kir hûn li ku bûn!" (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Sûrî û lubnanî her sal 6’ê Gulanê ku Roja Şehîdan e, bi bîr tînin ku tê de osmaniyan zêdetirî 20 rewşenbîrên Ereb bi tawana plankirina şoreşa erebî li dijî dagirkeriya Tirk di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, qetil kirin. Niha jî Osmaniya nû bi serkêşiya AKP’ê sûc û komkujiyan li dijî gelên herêmê dubare dike. (BI WÊNE)

-Welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku Peymana Civakî mafên wan ên siyasî û çandî misoger dike û gotin divê Rojava xwedî taybetmendî be, ji ber şoreşê gelek destkeftî pêk anîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Di salên 1959-60’î de li cîhanê pêleke guhertinê heye. Li Iraq û Tirkiyê hin guhertin çêdibin. Wê demê Amerîka ditirse ku pergala Îranê de jî guhertin bibe. Li Tirkiyê darbe çêdibe, li Îranê darbe çênabe; lê hin guhertin çêdibin. Jê re dibêjin şoreşa spî. Şoreşa spî çi ye?

ANALÎZ

- Bi aqilê dewleta Tirk, li Şengalê di 9’ê Cotmehê de li Şengalê di navbera PDK û hûkimeta Iraqê de peymaneke xiyanetê hate çêkirin. Li gorî vê peymanê qaşo ji bo ewlehî, rêveberî û cihwarbûna Şengalê dê guhertin bihatana çêkirin. Hin hêzên weke NY, DYA û YE jî piştgiriya vê peymanê kirin û xwestin demildest bikeve meriyetê.

JIN

-Jinên beşdarî "Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê" bûne, êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê pêk tîne, şermezar kirin û got, "Divê em destkeftiyên 12 hezar şehîd biparêzin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Komîteya Koçerên Serêkaniyê bi beşdariya hunermend û helbestvanan li Zanîngeha Rojava ya li Qamişlo şevbuhêrkeke wêjeyî û hunerî li dar dixe. Saet 17:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya herêma Cizîrê armanc dike ku zeviyên çandiniyê li herêmê zêde bike, di vê çarçoveyê de projeya avakirina daristaneke sînaî li Mizgeftê ya li gundewarê Tirbespiyê bi dawî bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Şîrketa Newroz Ciwan Şukrî diyar kir ku ji bo ku mirov xwe hêsantir bigihînin madeyên sereke, ew ê firoşgehan zêde bikin. Şîrketa Newroz ji bo karkirinê nîn e û hewl dide gel bi hêsanî û buhayên guncaw xwe bigihîne madeyên sereke. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA