Li Şengalê xiyanet xwe zindî dike-Rauf Karakoçan

Li Şengalê xiyanet xwe zindî dike-Rauf Karakoçan
6 gulan, 2022   05:28

Bi aqilê dewleta Tirk, li Şengalê di 9’ê Cotmehê de li Şengalê di navbera PDK û hûkimeta Iraqê de peymaneke xiyanetê hate çêkirin. Li gorî vê peymanê qaşo ji bo ewlehî, rêveberî û cihwarbûna Şengalê dê guhertin bihatana çêkirin. Hin hêzên weke NY, DYA û YE jî piştgiriya vê peymanê kirin û xwestin demildest bikeve meriyetê. Ev alaqaya di asta navnetewî de li dijî Şengalê tê nîşandan, bi tine hesibandina vîna civaka Êzîdî, li ser Şengalê re gef li hev xwarina hêzên dervayî ne. Ev lîstoka şer ku li Şengalê tê lîstin û Êzidiyan dike qûrban, bi taybetî Îsraîl jî alaqayeke mezin nîşan dide. Şengal a ku di navbera Îran û hêzên dijberî wê de ziviriyaye  qadeke nîşandayina hêzê, piştî êrîşên DAIŞ’ê jî rehet û aram nehat hiştin.

Piştî fermana gelê Êzîdî ya li Şengalê, ji bo parastina xwe yekîneyên parastinê yên weke YBŞ û YJŞ’ê ava kirin. Ji bo ewlehiya hûndirîn asayîşa Êzîdxanê ava kirin. Ji aliyê îdarî ve jî pergala rêveberiya xweser ku bi qanûna rêveberiyên xwecihî ya Iraqê re di nava hevsengiyeke de ye pêş xistin. Rêveberiya Xweser ya Şengalê, bi awayekî fermî dehan caran serdana rêveberiya Bexda kiriye û pirsgirekên xwe re çareseriyan geriyaye. Bi awayekî fermî bi derdorên hûkimetê re, bi partiyên siyasî re, rûsipî û oldaran re hevdîtin  pêk anîn. Fermandariya YBŞ û YJŞ jî cih bi cih di van hevdîtinan de cih girtin. Jixwe hêzên parastinê yên Şengalê jî li gorî makezagona Iraqê hatine avakirin. Gelo tevî van pêşketinan niha çibû ku arteşa Iraqê îro êrîş dike û dixwaze van pêşketinan ji holê rake?

Di şert û mercên şer de gelê Êzîdî li gorî pêwîstiya xwe hêzên xwe yên parastinê û rêveberiya xwe ya cewherî ava kirin û hewil da ku birînên fermanê derman bike. Ev sazî û hêzên ku ava bûne îro dibin navnîşana êrîşên PDK’ê. Lê hemû ji aliyê rêveberiya Iraqê ve hatine qebûlkirin û naskirin, jixwe li gorî qanûnên Iraqê ne. Lê ji roja avabûnê heya niha van saziyan û yekîneyan nikarîn xwe ji êrîşên xiyaneta PDK’ê dûr bigrin. PDK a ku hebûna PKK’ê li wê derê dike hincet, Şengal xist navnîşana êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û hişt ku gelek pêşengên Êzîdiyan di van êrîşan de jiyana xwe bi dest bidin. Lê ev jî têra PDK’ê nake, îro dixwaze hemû deskeftiyên Êzîdiyan ji holê rake.

Bi kurtasî armanca sereke ya peymana xiyanetê tasfiyekirina hêzên parastinê yên şengalê, asayîşa Êzîdxanê û tinekirina rêveberiya xweser a Şengalê ye. Ji bo vê yekê PDK’ê dehan caran êrîşî Şengalê kir, bû sedema aloziyan û xwîn rijand. Di dema êrîşên DAIŞ’ê de tevî ku berpirsyarê parastina Şengalê bû, Êzîdî neparastin, Şengal berda û suçê xiyanetê yê herî mezin di dîrokê de kir.  

Ev êrîşa li ser Şengalê, hemwextî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê bi hevkariya PDK’ê li ser Qadên Parastina Medya hatin pêş xistin. Ev yek ji xwe re weke fersend dîtin û xwestin vîna civaka Êzîdî bişkînin. Ev yek, zindîbûna xiyaneta PDK’ê li Şengalê ye. Her çiqasî ev êrîş ji aliyê hêzên Iraqê ve were pêşxistin jî, PDK û dagirkeriya Tirkiyê yekser tê de cih digrin û pêk tînin. Dewleta Iraqê jî di van êrîşên qirêj de bû amûr. Ev êrîş zirarê didin Iraqê jî, lê ew dibin amûrê TC û xanedaniya Barzanî, divê xwe ji rewşa amûrbûnê derxînin.

Roja yekê ya cejna Ramazanê, hêzên arteşa Iraqê êrîş birin ser Şengalê û xwestin peymana xiyanetê bixin meriyete. Hesabên xiyaneta PDK’ê û rêveberiya Bexda ya niha li ser Şengalê, hesabên qirêj in. Li derdora wê dîwar lê dikin û dixwazin gelê wê derê ji her cihî were qûtkirin. Dixwazin hêzên Şengalê yên parastinê ji holê rakin û gel li dijî êrîşan bê parastin bihêlin. Hesabên li ser Şengalê tên pêş xistin û êrîşên dagirkirinê yên Tirkan, mafên serweriyê yên Iraqê jî binpê dikin. Divê rêveberiya Bexda bigihêje zanebûna vê yekê û êrîşên xwe yên li dijî civaka Êzîdî bide sekinandin.

Li Şengalê PKK a ku pêşî li komkûjiyê girt, îro ji aliyê kesên ku xiyanetî Şengalê kirine ve bi awayekî din tê nişandan û dixwazin bixin hincetên êrîşan. Bi berovajîkirina rastiyên ku li ber çavê hemû cîhanê hatine jiyîn dixwazin xiyaneta xwe veşêrin. Di wê demê de Mesut Barzanî bi xwe çû Maxmûr’ê û spasiya gerîla kir; ji ber berxwedaniya li dijî DAIŞ’ê pesna gerîla da. Niha jî van tiştan înkar dikin. Xiyanet tê fêmkirin, lê ew qesî bêarbûyin naye fêmkirin. Xiyaneta PDK’ê, rê li pêşiya trajedî û qirkirina Êzidiyan vekir, lê niha jî weke ku hêza sereke ku Şengal parastiye PDK’ê nîşan didin. Xwe wisa pênase dikin. Bi rastî jî şerm û ar di van de nemaye.  

Ji bo Şengalê rengek ji rengê xiyanetê jî, xiyaneta navxweyî ye; Ji Heyder û Qasim Şaşo bigre heya Viyan Dexîl a ku li ser navê PDK’ê bûye parlementer, pişta xwe didin xiyaneta PDK’ê û êrîşên li ser Şengalê rewa û teşfîq dikin. Van derdorên ku rûreşên baweriya Êzidiyan e, bi zimanê hêzên xiyanetê diaxifin. Piştgirî didin plansazî û êrîşên devleta Tirk.

Êzîdîtî şaneya bingehîn ya Kurdîniyê ye. Êrîşa li ser Êzîdiyan jî divê weke qelandina kokê Kurdan were dest girtin. Israr û daxwaza PDK’ê a vegera Şengalê, parçeyek jî berjewendiyên stratejîk yên dewleta Tirk e. Êrîşên Şengalê yên dewleta Iraqê; pêkanîna peymana xiyanetê ya qirêj, teslîmgirtina civaka Êzîdî ye. Rengekî din a êrîşên DAIŞ’ê ye. Berdewamiya fermana 73’yan e.

Gelo bi êrîşa li ser Êzîdiyan mirov dikare li Şengalê ewlehiyê biparêze, li dijî çi û kê ev ewlehî tê parastin? Bi belavkirina hêzên parastinê yên Şengalê û asayîşa Êzîdxanê, ewlehiya Êzîdiyan çawa tê parastin? Her kesê ku kêmek aqil di serê wî de heye dizane ku bi belavkirina hêzên ewlehiyê, ewlehî pêk naye! Jixwe ji fermana ku pêkhatî jî derxist holê ku arteşa Iraqê û PDK’ê Şengal bêparastin hiştin û Êzîdî terkî mirinê kirin. Niha jî heman hêz bi îmzakirina peymaneke mirinê, dixwazin Şengalê bê parastin bihêlin. Divê ev xeterî were dîtin û teqez were astengkirin.

 

Divê gelê Êzîdî ji hêzên ku bûne sedema fermanê hesap bipirsin. Gelekî ku rastî xiyanetê hatiye, dikare hesap ji xiyanetkaran bipirse û xwe biparêze. Ji ber ku heya mirov hesab ji xiyaneta PDK’ê nepirse, komkûjiyên DAIŞ’ê û fermana 73’yan rast naye fêmkirin. An na wê careke din rê li pêşiya mirina xwe vekin. Berxwedan û sekna civaka Êzîdî li dijî êrîşên xiyanetê rewaye û mafekî bingehîn e. Divê mafê xweparastinê heya dawiyê bi kar bîne. Şengal a ku bi berdelên giran hatiye azadkirin, divê ti carî radestî xiyanetkaran naye kirin. Berxwedaniya ku civaka Êzîdî îro pêş dixe jî, divê weke berxwedaniyeke li dijî DAIŞ’ê were dest girtin û li ser vî esasî derbasî parastina topyekûn bibin.

ANHA