Parlamentoya Ewropa: Bi cezakirina Kavala Tirkiyê deriyê Ewropayê li pêş xwe girt

Parlamentoya Ewropa bi tundî cezayê muebedê ku dewleta Tirk li ser karsaz Osman Kavala biriye, şermezar kir.

Parlamentoya Ewropa: Bi cezakirina Kavala Tirkiyê deriyê Ewropayê li pêş xwe girt
5 gulan, 2022   17:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterên Ewropayê bêserûberiya dewleta Tirk ji girtina Osmana Kavala re şermezar kir û xwesteka yekser a serbestberdanê kir.

Dewleta Tirk di 25’ê Nîsanê de, bi tawana "darbaya li dijî hikumeta Erdogan" cezayê muebedê li ser Kavala birî.

Parlamenterên Ewropayê da zanîn ku bi girtina Osman Kavala re dewleta Tirk biryarên Dadgeha Ewropa ya Mafên Mirovan bin pê dike, bi wê re hêviyên tevlêbûna li YE qut kirin.