Sekerterê Giştî yê Eniya Fîlî banga rawestandina êrişên li ser Şengalê kir

Sekerterê Giştî yê Eniya Fîlî Mahir El-Fîlî bang li hikumeta Iraqê kir ku êrişên xwe li ser Şengalê rawestîne. Her wiha têkildarî encamên wan êrişan li ser gelê Şengalê hişyarî da.

Sekerterê Giştî yê Eniya Fîlî banga rawestandina êrişên li ser Şengalê kir
5 gulan, 2022   15:50
NAVENDA NÛÇEYAN

 Ji bo êrişên dawîn ên artêşa Iraqê li dijî Şengalê, Sekerterê Giştî yê Eniya Fîlî Mahir El-Fîlî, têkildarî encamên van êrişan li ser gelê Şengalê got: “Em ji bo bûyerên vê dawiyê rûdane û encamên wê yên li ser gelê me yê sivîl bi fikar in.”

El-Fîlî bang li hikumeta navendî ya Iraqê kir ku, operasyonên leşkerî li Şengalê rawestîne, çareseriyên aştiyane yên dikevin xizmeta şêniyên herêmê peyda bike.

El-Fîlî her wiha ev bang li NY`yê kir: “Em bang li NY`yê û nivîsgehên wê yên li Iraqê jî dikin ku tavilê destwerdanê bikin, tîmên pispor bişînin da ku alîkariya gelê me yê Şengalê bikin, binpêkirinên li dijî wan rawestînin yên li dijî civaka navneteweyî û mafê mirovan. Her wiha em bang li NY`yê dikin ku tenê temaşeker nemîne, bi lez komîteyan bişîne û ji bo pirsgirêka koçberan çareyan peyda bike, aştî û îstiqrarê misoger bike û bi Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê re bicive, ya ku di oxira parastina bajarên xwe ji DAIŞ`ê de gelek fedekarî û şehîda da.”

Mahir El-Fîlî her wiha bang li Wezareta Koçberan a hikumeta federal kir ku bi erka xwe rabe û alîkariyê bide koçberan.

(cx)