'Civaka navneteweyî ji guhertina demografiya herêmên Sûriyê berpirsyar e'

Komîteya Mafên Mirovan a Koçberên Serêkaniyê destnîşan kir ku bêdengiya wê li hember avakirina avahiyên mêtîngeriyê bi destê dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî yên Sûriyê nîşan dide ku civaka navneteweyî nikare erkên xwe yên qanûnî û mirovî pêk bîne.

'Civaka navneteweyî ji guhertina demografiya herêmên Sûriyê berpirsyar e'
5 gulan, 2022   13:03
HESEKÊ

Komîteya Mafên Mirovan a Koçberên Serêkaniyê têkildarî daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku hikukmeta welatê wî hewl dide avahiyên mêtîngeriyê li seranserî sînorên bi Sûriyê re ava bike, îro daxuyaniyeke nivîskî da.

Dauxyanî wiha ye:

"Bêdengiya civaka navneteweyî li hember avakirina dewleta Tirk avahiyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî yên li Sûriyê, nîşan dide ku civaka navneteweyî bê çare ye û nikare erkên xwe yên qanûnî û mirovî pêk bîne.

Ji dema ku AKP'ê di dawiya sala 2002'yan de li Tirkiyê desthilatdar bû û hêdî hêdî dest danî ser binesaziya dewletê, hewl da guhertinên li Rojhilata Navîn rû didin bi kar bîne û bi awayekî eşkere destek da şepelên radîkal ên ixwanan, rêxistinên terorîst. Çarçoveyeke siyasî, lojistîk û leşkerî ji wan re peyda kir. Bi awayekî yekser mudaxeleya kar û barên dewletên din kir, axa dewletên cîran dagir kir û gelek baregehên leşkerî li dewletên din ên herêmê ava kirin.

Serokê dewleta Tirk a dagirker herî dawî diyar kir ku hikumeta wî, bi hinceta vegerandina penaberên Sûriyê, dê li Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn, Ezaz û herêmên din avahiyên mêtîngeriyê ava bike.

Ev planên rejîma Tirkiyê piştî dagikirina herêmên berfireh ên Sûriyê bi 9 hezar kmçargoşe, bi rêya rêzeoperasyonên leşkerî li Sûriyê û koçberkirina şêniyên wê yên resen li ber çavên cîhanê, armanc dike ku dîrok, yasa û demografiya herêmên Sûriyê yên dagirkirî biguherîne û nûnerên herêmê ji diyalogên têkildarî dosyaya Sûriyê di pêşerojê de dûr bixe.

Em van planên qirêj ên li dijî qanûn û peymanên navneteweyî, red dikin. Em wê weke metirsiyeke mezin dibînin bi taybet bikaranîna dosyaya penbaran ji bo pêkanîna destkeftiyên siyasî da ku mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî rewa bikin. Mîna ku niha li gelek herêmên dagirkirî û Efrîn rû didin. Ev avahî bi rêya şîrket û toreyên bi guman tê avakirin ku hinek dewletên herêmê wan fînanse dikin, di sêrî de Qeter û Kiwêt,

Em bang li civaka navneteweyî, rêveberiyên Amerîka û Rûsya û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin ku destwerdanê bikin da ku van projeyan rawestînin. Ji ber ku ev proje, dagirkerî û mêtîngeriyê disepînin û însiyatîfên aştiyê yên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê têk dibin. Her wiha ev proje, şêniyên resen ji koka wan dûr dixin û rê li pêşiya vegera wan digirin. Her wiha zemînekê ji bo rûdana şerekî navxweyî di pêşerojê de ava bike.”

(dx)

ANHA