Hikmet Hebîb: Heta dawiyê em ê piştgiriya azadîxwazan bikin

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb diyar kir ku armanca êrişên li dijî Kurdistanê têkbirina guhertina demokratîk e û got: “Heta dawiyê em ê piştgiriya azadîxwazan bikin.”

Hikmet Hebîb: Heta dawiyê em ê piştgiriya azadîxwazan bikin
5 gulan, 2022   10:35
QAMIŞLO

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb di “Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê” de axivî û got: “Êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Başûrê Kurdistanê, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komploya ye. Ev êriş bi destê xayînan pêk tên û armanc jî têkbirina guhertina demokratîk a li herêmê ye.”

Der barê êrişên hikumeta Iraqê li ser Şengalê de ku bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêk tên, Hebîb got: “Şengal bi heman xeteriya li dijî êzidiyan pêk hatî, rû bi rû ye.  Komployek heye da ku nasnameya herêmê bê guhertin ji bakurê Iraqê bigire heta bigihêje Rojava. Dewleta Tirk û hevakrên wê hewl didin vê plana xeter bi rêya van êrişan pêk bînin.”

Hikmet Hebîb vîna gelên herêmê û berxwedana gerîla ya li hember êrişan silav kir û ev li axaftina xwe zêde kir: “Bi vîn û berxwedanê em ê li hember êrişkeran bisekinin û xayînan têk bibin.”

Hebîb wiha domand: “Ev meşa rûmetê ye. Ji ber ku xeterî li ser hemû pêkhateyan e. AKP`ê bi rêya peymanên bi guman bi hinke pergalên li herêmê re dixwaze bigihêje armancên xwe. Guhertina demografiya Efrîn, Serêkaniyê, Ezaz, Cerablus û Girê Spî destpêka axaftinên li ser vegerandina milyonek penaberên sûrî ye. Bi vê yekê û bi rêya Mîsaqê Millî dixwazin guhertineke mezin li herêmê çêkin û timayên Erdogan ên vegerandina serfiraziyên imperatoriya mirî pêk bînin.”

Hikmet Hebîb di axaftina xwe de destnîşan kir ku hikumeta Iraqê li hember bûyerên bi serê Şengalê de tên berpirsyar e û bi domdarî got: “Divê bi vê komployê neyê xapandin. Heke behsa serdestiya Iraqê dikin, diviyabû hebûna dewleta Tirk li Iraqê şermezar bikira û li hemberê bisekniya. Zêdetirî 40 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk li Iraqê hene.”

Hikmet Hebîb di dawiyê de ev tişt anî ziman: “Xayîn û komplogerên li dijî projeya demokratîk wê nikaribin vîna me têk bibin. Bi lêkirina dîwarê nikarin pêşî li xwedîderketina me ya bi azadîxwazan re bigirin. Projeya neteweya demokratîk, projeya hemû gelên azadîxwaz e. Em ê li ser şopa şehîdên xwe bin heta ku hêviyên gelê me di ewlehî û aramiyê de pêk bên.”

(şx)

ANHA