HPG nasnameyên 4 şehîdan eşkere kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 gerîlayên li Zapê şehîd bûne eşkere kirin û got, "Hevrêyên me Bahoz, Kamûran, Zana û Herekol bûn leheng û nûnerên Kurdîtiya azad."

HPG nasnameyên 4 şehîdan eşkere kirin
5 gulan, 2022   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên li Zapê şehîd bûn ev agahî da:

"Li dijî êrişa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker ku li ser qada Zapê daye destpêkirin, berxwedana destanî ya gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi heybet dewam dike. Di vî şerê giran de dagirker negihîştine armanca xwe û xitimî ne. Bêguman di serneketina dijmin de tatkîkên şer ê nû, wêrekiya mezin, ruhê fedaî û rêxistiniya bi rengê tîmên gerîla yên bi tevger ên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xwedî roleke diyarker e. Her kêliya ku dijmin dixwaze xwe tev bide, hevrêyê me derbên giran li wan didin. Bi tîmên bi tevger ku hevrêyên me Bahoz, Kamûran, Zana û Herekol di nav de bûn û pêşengî ji berxwedana destanî re kirin, derbên giran li dijmin xistin. Di vî şerî de ev hevrêyên me şehîd ketin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Bahoz Jînda

Nav paşnav: Salîh Yûsûf

Cihê jidayikbûnê: Til Temir

Dayik-Bav: Çinar-Dildar

Dem û cihê şehadetê: 22'ê Nîsana 2022 / Zap

Nasnav: Kamûran Gabar

Nav paşnav: Abdulvahap Beyret

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Vetha-Mecît

Dem û cihê şehadetê: 22'ê Nîsana 2022 / Zap

Nasnav: Zana Tolhildan

Nav paşnav: Mûhammed Xidir Ahmet

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Dayik-Bav: Meryem-Xidir

Dem û cihê şehadetê: 22'ê Nîsana 2022 / Zap

Nasnav: Herekol Têkoşer

Nav paşnav: Rênas Yûsûf

Cihê jidayikbûnê: Girkê Legê

Dayik-Bav: Necûda-Ahmet

Dem û cihê şehadetê: 27'ê Nîsana 2022 / Zap