`Meşa rûmetê li dijî dagirkerî û xiyanetê` gihaşt stada şehîdên 12`ê Adarê

“Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê” ku vê sibê ji çerxerêya Osman Sebrî dest pê kiriye, gihaşt stada şehîdên 12`ê Adarê.

`Meşa rûmetê li dijî dagirkerî û xiyanetê` gihaşt stada şehîdên 12`ê Adarê
5 gulan, 2022   09:17
QAMIŞLO

Vê sibe derdora saet 11:00`an “Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û Xiyanetê” bi dirûşma “Bi vîna gelan û gerîla e, dagirkerî û xiyanetê têk bibin”, ji çerxerêya Osman Sebrî dest pê kiribû.

Meşa rûmetê gihaşt stada Şehîdên 12`ê Adarê ya li Qamişloyê.

Tê payîn ku hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb û endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif biaxivin.

(şx)

ANHA