Yekitiya Jinên Ciwan li dijî îxanetê xwepêşandan li dar xist

Bi dirûşma "Werin cenga azadiyê, em ê îxanetê têk bibin" Yekitiya Jinên Ciwan li dijî êrişên artêşa Tirk ên bi hevkariya PDK`ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê xwepêşandanek li dar xist.

Yekitiya Jinên Ciwan li dijî îxanetê xwepêşandan li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan li dijî îxanetê xwepêşandan li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan li dijî îxanetê xwepêşandan li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan li dijî îxanetê xwepêşandan li dar xist
Yekitiya Jinên Ciwan li dijî îxanetê xwepêşandan li dar xist
27 nîsan, 2022   12:33
KOBANÊ

Bi armanca şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker û hevkariya PDK`ê yên li dijî çiyayên Kurdistanê, xwepêşandan ji navçeya Qenayê ya kantona Kobanê dest pê kir û li çerxerêya gundê Elîcax ê bakurê navçeyê bi dawî bû.

Xwepêşandêran alên PKK’ê rakirin û sloganên "Bijî berxwedana gerîla û na ji xiyanetê re û na ji dagirkeriya Tirk re" berz kirin.

Yekitiya Jinên Ciwan Felek Beşerî di çalakiyê de daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK`ê yên li dijî gerîla hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji roja ku PDK hatiye avakirin, di destê dijminên gelê Kurd de ku dixwazin me qir bikin, alavek e."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd hate kirin ku li dijî PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

(eh)

ANHA