​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya ciwanên Minbicê berdewam e

Çalakiya konvedanê ya ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Minbicê li dar xistiye, di roja xwe ya duyemîn de berdewam e. Îro endamên sazî û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê tev li çalakiyê bûn.

​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya ciwanên Minbicê berdewam e
27 nîsan, 2022   11:54
MINBIC

Piştî ku Tevgera Ciwanên Şoreger a Sûriyê 23`yê Nîsanê seferberiya giştî ragihand, Tevgera Ciwanên Şoreger a Minbicê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medayayê duh çalakiya konvedanê bi dirûşma “Bi giyanê berxwedana gerîla em ê dewleta Tirk a faşîst têk bibin” li dar xist.

Di roja duyemîn a çalakiyê de, endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê, Komîteya Şaredariyan, Komîteya Tenduristiyê, Komîteya Aborî, Komîteya Çandiniyê, xeta Xerbî, xeta Firat, xeta El-Yastî û xeta Muhterêq tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de hevserokê Komîteya Şaredariyan a Minbicê Sacî Ebdulkafî axivî û got: “Çareserkirina aloziyên li Rojhilata Navîn bi projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser pêkan e ku giyanê civakî di nava neteweyan û olan de belav dike û tê de gel xwe bi rê ve dibe.”

Her wiha hevserokê Rêveberiya Giştî ya Dibistanan Îbrahîm El-Taha got: “Ji bo ku em ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê re bibêjên na, em li vir in.”

El-Taha destnîşan kir ku êrişên li dijî herêmê berdewam in, bi rêya moşek û balafirên bêmirov welatî tên hedefgirtin.

Çalakiya konvedanê dê sibe bi dawî bibe. Dê şêniyên xeta Ebû Qelqel, Til Hozan, saziyên jinan, Komîteya Malî, Meclisa Edaleta Civakî û endamên partiyan tev li çalakiyê bibin.

(şx)

ANHA