Şehîdên Qereçoxê hatin bi bîr anîn

Şêniyên herêma Cizîrê 20 şehîdên ku 25`ê Nîsana 2017`an di êrişa dagirkeriya Tirk li ser çiyayê Qereçoxê de şehîd bûbûn, bi bîr anîn. Şêniyan beşdariya PDK`ê di êrişên qirkinê yên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastina yên Medyayê de, şermezar kir.

Şehîdên Qereçoxê hatin bi bîr anîn
Şehîdên Qereçoxê hatin bi bîr anîn
Şehîdên Qereçoxê hatin bi bîr anîn
Şehîdên Qereçoxê hatin bi bîr anîn
Şehîdên Qereçoxê hatin bi bîr anîn
Şehîdên Qereçoxê hatin bi bîr anîn
Şehîdên Qereçoxê hatin bi bîr anîn
25 nîsan, 2022   13:04
QAMIŞLO

Şêniyên bajar û kantonên herêma Cizîrê vê sibê ber bi çiyayê Qereçox ve çûn û şehîdên Qereçoxê di salvegera 5`emîn a şehadeta wan de bi bîr anîn.

Îro salvegera 5`emîn a êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî navenda Fermandariya Giştî ya YPJ`ê ya li Qereçoxê ya gundewarê bajarê Dêrikê ye, ku di encamê de 20 şervan şehîd bûbûn û 18 şervanên din birîndar bûbûn.

Beşdarên merasima bîranînê ji çiyayê Qereçox ber bi cihê bombebarana artêşa Tirk a dagirker ve çûn û wêneyên şehîdên Qereçox, rêber Abdullah Ocalan û alên kurdî rakirin.

Li wê derê, li ser navê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) fermandar Sozdar Dêrik axivî û di şexsê şehîdên Qereçoxê de hemû şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi bîr anîn. Sozdar Dêrik êrişên artêşa Tirk a dagirkre li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Sozdar Dêrik diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû parçeyên Kurdistanê dê serî li hemberî dewleta Tirk a dagirker netewîne û jiyana di bin siya sîstemên destpot qebûl nake û wiha dewam kir: “Lewma dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide vîna gelê azadîxwaz têk bibe. Îsbata vê yekê jî êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê ne.”

Sozdar Dêrik di dawiyê de got ew ê ji bo parastina herêmên xwe û rizgarkirina bajarên dagirkirî, tedbîrên pêwîst bigirin. Li ser vê yekê bang li dayikên şehîdan û dayikên gerîla û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî êrişên qirkirinê destekê bidin gerîla.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Selma Xelîl jî axivî û di şexê şehîdên Qereçox de hemû şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi bîr anîn. Di heman demê de îşaret bi şopandina rêya şehîdan kir, da ku xeyalên wan ên rizgarkirina xaka welat pêk bînin.

Selma Xelîl anî ziman ku bîranîna şehîdên Qereçoxê tê wateya girêdana gel bi nirxên şoreşê û şehîdan û sekna li dijî dewleta Tirk a dagirker. Li aliyekî din jî êrişên hevbeş ên PDK`ê û artêşa Tirk ên li dijî gerîla şermezar kirin.

25`ê Nîsana 2017`an 26 balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker êrişî navenda Fermandariya YPJ`ê û Navenda Ragihandinê ya li Qereçoxê kiribû. Di êrişê de 20 şervan gihîştin asta şehadetê.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 25`ê Nîsanê wekî Cejna Şehîdan dipejirîne.

(eh)

ANHA