​​​​​​​Di topbarana li Girê Spî de welatiyekî jiyana xwe ji dest da- HATE NÛKIRIN

Di topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundên rojava yê Girê Spî de welatiyekî jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Di topbarana li Girê Spî de welatiyekî jiyana xwe ji dest da- HATE NÛKIRIN
24 nîsan, 2022   16:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên rojava yê kantona Girê Spî yên dagirkirî yên nêzî eniyên şer, Ehmediyê, Dînak, Erîda, Bîr Ereb, Serzûrî, Huriye, Kopirlîk û Xanê bi dijwarî topbaran dikin.

Di topbaran li ser gundê Xanê de welatiyê bi navê Hemûdî Elî Osman jiyana xwe ji dest da û welatiyên din birîndar bûn. Ji birîndaran Eyûb Mihemed (50) ê muxtarê gundê Bîr Ereb hat naskirin.

Topbaran dewam dike.

ANHA