'Em ê li hember êrişan li ber xwe bidin û xeta neteweya demokratîk pêk bînin'

Pêkhateyên Qamişloyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe dijminatiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û got raya giştî dizane ew li ser xeta berxwedan û neteweya demokratîk in.

'Em ê li hember êrişan li ber xwe bidin û xeta neteweya demokratîk pêk bînin'
23 nîsan, 2022   06:03
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cara yeke di 2017`an de li Qereçox êrişeke hewayî ya hovane pêk anî, ji wê demê ve heta niha bi berfirehî û bi balafirên bêmirov welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef.

Têkildarî mijarê pêkhateyên Qamişloyê nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

/kr/uploads/files/2022/04/23/060547_hediya-ebdullah.webp

Hediya Ebdullah jî da zanîn ku qaşo gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê baweriya xwe bi hêza Rûsya û Amerîkayê anîbû ku rê li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker bigirin û wiha dom kir: “Em ji wan re dibêjin bêdengiya we hevkariya bi dewleta Tirk re ye. Bila helwesta xwe ji me re bidin nîşandan bê gelo rola wan di Sûriyê de çi ye? Ma em mîna şanoyekê dîtine û li wêrankirin û talankirina me temaşe dikin!”

Hediya Ebdullah da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên hewayî welatiyan dike hedef, wan şehîd û birîndar dixe û got: “Divê gelê me li hember van êrişan bê bertek nemîne, raya giştî dizane ku îro em li ser xeta berxwedanê, xeta neteweya demokratîk in.”

Hediya Ebdullah wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wê xeta berxwedan û neteweya demokratîk li hember hemû cureyên êrişan têkoşîn bike, heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê dest ji axa xwe bernedin. Em tu carî ji gefên Erdogan netirsiyan û em natirsin jî.”

`ÊRIŞ DÊ TÊK BIÇIN`

Welatiyê bi navê Xelîl Hilo da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de dijminatiya hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Kurd, Suryan û Ereb dike.

/kr/uploads/files/2022/04/23/060652_xell-hil.webp

Xelîl Hilo got: “Qaşo hêzên Rûsya û Amerîkayê li herêmê rê li ber tevgera hewayî ya balafirên dewleta Tirk girtibûn, li berovajî wê hat kirin. Ji ber vê yekê tê zanîn ku aliyê garantor tenê gel e û bi hebûna hêza gel dê êriş têk biçin.”

Meysa Lîlo diyar kir ku temaşekirina hêzên ku qaşo garantor in li êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê wateya hevkariyê û got: “Êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê û Eyn Îsayê bi şêwazekî pêkanîna zextekê li ser gelan tê kirin, divê gel bi hêza xwe li hember van êrişan derkeve.”

`HÊZA GEL JI ÊRIŞAN BI HÊZTIR E`

/kr/uploads/files/2022/04/23/060603_meysa-llo.webp

Meysa Lîlo got: “Em naxwazin hêzên derve derbasî nava me bibin, xwesteka me ew e em bi Rêveberiya Xweser re xwe biparêzin.”

Meysa Lîlo da xuyakirin ku êriş li ser bingeha têkbirina ewlehî û îstiqrarê li herêmê tê kirin: “Bi êrişên xwe welatiyan şehîd dixin, gelek caran zarok li ber çavan hatine şehîdxistin û birîndarkirin.”

Selma Îsmaîl got: “Em ji topên dewleta Tirk natirsin. Roj bi roj berxwedana me zêdetir dibe, bi balafirên bêmirov qaşo me ditirsînin. Em ê li ser axa xwe li hemberî van planan tê bikoşin.”

/kr/uploads/files/2022/04/23/060635_selam-ismal.webp

Selma Îsmaîl da zanîn ku gel ji top û balafirên dewleta Tirk a dagirker bi hêztir e û wiha dom kir: “Tevî hemû êrişan jî niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em li ber xwe didin.”

Selma Îsmaîl got: “Dewleta Tirk bi van êrişên xwe yên bênavber dixwaze Împaratoriya Osmanî vegerîne.”

ANHA