Navên welatiyên di topbarana dagirkeran de birîndar bûne hatin nasîn

Navên du welatiyên di topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser bajarê Kobanê de birîndar bûne, hatin nasîn.

Navên welatiyên di topbarana dagirkeran de birîndar bûne hatin nasîn
22 nîsan, 2022   09:52
KOBANÊ

Vê sibehê di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser bajarê Kobanê de du welatî birîndar bûn, ku yek ji wan Fîras Mihemed hat nasîn. Mihemed niha tê dermankirin.

Piştî saetekê artêşa Tirk a dagirker carek din navenda bajêr topbaran kir. Topek li avahiyekê li kolana 48`an ket û di encamê de welatiyê bi navê Ferhad Mihemed Hesen birîndar bû.

(cx)

ANHA