Yekitiya Êzidiyan: Divê hikumeta Iraqê Şengalê biparêze, ne ku êrişî wê bike

Yekitiya Êzidiyan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi daxuyaniyekê êrişên artêşa Iraqê yên li dijî Şengalê şermezar kirin û got “Divê hikukmeta Iraqê Şengalê biparêze, ne ku êrişî wê bike.”

Yekitiya Êzidiyan: Divê hikumeta Iraqê Şengalê biparêze, ne ku êrişî wê bike
19 nîsan, 2022   12:56
HELEB

Yekitiya Êzidiyan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê têkildarî êrişên artêşa Iraqê yên li dijî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Asayîşa Êzîdxanê ya li Şengalê daxuyaniyek da.

Endama rêveber a yekitiyê Yildiz Marko daxuyanî li pêşiya navenda yekitiyê ya li Şêxmeqsûdê xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hikumeta Iraqê bi hevkariya PDK û AKP`ê dest bi avakirina dîwarekî di navbera Şengalê û Bakur û Rojhilatê Srûiyê de kir. Hemwextî pîrozkirina Çarşema Sor, artêşa Iraqê li şûna ku Şengalê ji êrişên derve biparêze, êrişî bendên kontrolên yên Asayîşê kir.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev binpêkirin li dijî ewlehiya Şengalê ye, nexasim ku hîna gelê Şengalê ji ber fermanên berê êşê dikişîne. Her wiha hat destnîşankirin ku armanc ji wan fermanan û van êrişan şikandina vîna civaka êzidî ye.

Di daxuyaniyê de êrişên li dijî Şengalê hatin şermezarkirin û bang li hikumeta Iraqê hat kirin ku rêzê ji vîna civaka êzidî re nîşan bide û Şengalê biparêze. Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî û civaka navneteweyî hat kirin ku di zûtirîn demê de van êrişan rawestînin.

(şx)

ANHA