​​​​​​​Zext û êşkenceyên li dijî girtiyan roj bi roj zêde dibin

Li girtîgehên Tirkiyê ku veguherîne cihên êşkence û mirinê, heqaret û binpêkirinên mafan li dijî girtiyan dewam dikin.

​​​​​​​Zext û êşkenceyên li dijî girtiyan roj bi roj zêde dibin
19 nîsan, 2022   07:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Suleyman Acûn ê di Girtîgeha Alanya ya Antalya ya Tîpa L'yê de, bi rêya bavê xwe Mehmet Emîn Acûn binpêkirinên mafan ên bi wan re rû bi rû maye ragihandin. Acûn, ragihand ku di 8'ê Nîsanê de ji Girtîgeha Odemîş a Îzmîrê ya Tîpa T'yê sewqî Girtîgeha Alanya ya Tîpa L'yê hatiye kirin û ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekiriye îşkence lê hatiye kirin.

Girtî Selman Buyuktop jî yê di Girtîgeha Çorûm a Tîpa L'yê de, bi rêya malbata xwe binpêkirinên mafan ên bi wan re rû bi rû maye ragihandin.

Buyuktop ku di 4'ê Adarê de ji Girtîgeha Rihayê ya Jimare 1 a Tîpa T'yê sewqî Girtîgeha Çorûm a Tîpa L'yê hatiye kirin, diyar kir ku di dema sewqkirinê de lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin û îşkence lê hatiye kirin. Buyuktop, ragihand ku 46 roj in ew bi tena serê xwe di hucreyeke 6 metrekareyî de ye.

(cx)