Artêşa Iraqê êrişî YBŞ û YJŞ`ê kir; şer dewam dike

Artêşa Iraqê piştî êrişî Asayîşa Êzidxanê kir, vê carê êriş bir ser baregehên YBŞ û YJŞ’ê. Şerê giran li geliyê Şilo û gundê Sikêniyê dewam dike.

Artêşa Iraqê êrişî YBŞ û YJŞ`ê kir; şer dewam dike
19 nîsan, 2022   05:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh artêşa Iraqê hemwextî êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê, êrişî baregeha Asayîşa Êzidxanê ya li Digurê ya Şengalê kir. Şer û pevçûn di navbera hêzên Asayîşê û Artêşa Iraqê de çêbûn.

Piştî wê bi demekê şer rawestiya bû, artêşê vê carê berê xwe da navendên Asayîşê yên li Digurê, Sinunê, Şengal û Xanesorê. Iraqê xwest dest dane ser van navendên asayîşê.

Ji duh bi şev saet 02:00’an ve şer girane. Artêşê derengiya şevê êrişî seytereya Cidadê ya Asayîşa Êzidxanê a dikeve aliyê Tilizêr kir. Li vir hêzên asayîşa bersiva leşkerên Iraqê da û şer derket.

Piştî wê Iraqê hemwext hêzek mezin sewqî herêma Geliyê Şilo û Sikiniyê kir. Herêma tê gotin di bin serweriya hêzên YBŞ û YJŞ’ê de ye. Iraq li vir êrişî baregehên YBŞ û YJŞ’ê kir. Li geliyê Şilo û Sikiniyê şerek giran qewimî û hîn jî dewam dike.

Li gorî agahiyan Iraq hêzek mezin sewqî Şengalê û herêmên di bin serweriya YBŞ û YJŞ’ê de dike. Tê gotin Iraq hemwextî êrişên dewleta Tirk ên ser Başûrê Kurdistanê, amadekariya êrişek berfireh ya li ser Şengalê dike.