Bekir Hec Îsa: Gelê Efrînê rastî qirkirina çandî û etnîkî tê

Bekir Hec Îsa got, kantona Efrînê ya dagirkirî li pêşiya çavên tevahî cîhanê rastî qirkirina çandî û etnîkî tê û bang kir ku sûcên li Efrînê tavilê werin rawestandin.

Bekir Hec Îsa: Gelê Efrînê rastî qirkirina çandî û etnîkî tê
19 nîsan, 2022   06:12
KOBANÊ – MEYSA EKARÎ

Hevserokê nivîsgeha Têkiliyên Diplomatîk a PYD`ê ya herêma Firatê Bekir Hec Îsa têkildarî avakirina avahiyên nû yên mêtîngeriyê li gundê Xerza yê navçeya Cendirêsê da ku hejmareke mezintir ji malbatên biyanî û malbatên çeteyan lê werin bicihkirin, ji ANHA`yê re axivî.

Bekir Hec Îsa anî ziman ku dewletên desthilatdar ên ku amanc dikin bi rêya çand, kelepûr, şaristanî û dîroka wê gelan qir bike, niha jî dixwaze gelên herêmê, qir bike û got: " Mûxalefeta Sûriyê ku li ser esasê banga guhertin û demokratîk hatiye avakirin, li herêmên Kurdan tişta ku xizmeta berjewendiya dewleta Tirk dike, pêk tîne û tişta ku partiya Baas nikaribî li wan herêman bike, pêk tîne."

Hec Îsa bal kişand ser sûc û binpêkirinên ku dewleta Tirk li kantona Efrînê pêk tîne û ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk dest bi qutkirina darên zeytûnan kir ku ji mêj ve şêniyên Efrînê pê tê naskirin. Peykerê Kawayê Hesinkar ku sembola têkoşînê ye, hilweşand. Koçberî û guhertina demgrafî pêk anî, avahiyên mêtîngeriyê ava dike û li şûna wan kesên ne nas bi cih dike."

ROJÊN REŞ

Hec Îsa wiha pêde çû: "Em dibînin ku gelê Efrînê li herêmên xwe rastî qirkirina çandî û etnîkî tê bêyî ku tu tevger yan jî helwest ji aliyê dewletên cîhanê, NY`yê û rêxistinên mirovî ve derkevin. Ev jî hevkariya wan di sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê de eşkere kir. Hejmara avakirina avahiyên mêtîngeriyê ji aliyê rêxistinên bi navê El-Eyadî El-Beyda ve têne zêdekirin. Lê em dibêjin ku ew destên reş in û xwîna gelê Kurd rijand."

Bekir destekdayîna komeleyên kiwêtî û qeterî di avakirina avahiyên mêtîngeriyê li Efrînê şermezar kir.

Bekir Hec Îsa di axaftina xwe de pirsa helwesta partiyên siyasî der barê bûyerên ku li Efrînê rû didin û sûcên ku li dijî gelê Kurd têne kirin de kir û wiha axivî: "Çi helwesta we ye ku hûn îdiya dikin ku hûn li gorî berjewendiyên gelê Kurd dixebitin û berjewendiyên xwe bi dewleta Tirk re ku demografiya herêmên Kurdan diguhêre, dixebitin."

Bekir Hec Elî pirsa helwesta hikumeta Şamê, NY`yê û dewletên cîhanê der barê sûcên ku dewleta Tirk li herêmê pêk tîne de, kir.

Bekir Hec Îsa bi domdarî got: "Çawa dewleta Tirk lîderên DAIŞ`ê mîna Ebû Bekir El-Bexdadî, Ebû Îbrahîm El-Qureşî û kesên ku îdiya dikin ku ew xwediyê doza kurdî ne li gel xwe xwedî dike?, li ku derê berjewendiyên wan bi heve girêdayî ne?, çawa dewleteke ku 25 milyon Kurd li Bakur qir kir ku alîkariya 3 milyon Kurdên li Rojava bike?"

Bekir Hec Îsa di dawiyê de îşaret bi girîngiya ku partiyên Kurdan bi gelê Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî her wiha serhildana ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî bisekinin da ku bi rumet û demokratîk li ser xaka Sûriyê bi hemû pêkhateyan re li Sûriyeke pirreng ne navendî û demokratîk, bijîn.

(bx)

ANHA