QSD: Hêzên me Cerablus topbaran nekirine

Navenda Ragihandina QSD'ê îdiayên ku dibêjin hêzên wan li Cerablusê êriş pêkanîne derewan û got: "Îstîxbarata Tirk dizane ku kê êriş kiriye, êriş spartiye hêzên me da ku aliyên rasteqîn ên ku êriş kirine, binixumîne."

QSD: Hêzên me Cerablus topbaran nekirine
18 nîsan, 2022   19:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina QSD'ê bi daxuyaniyekê bersiva îdiayên ku dibêjin "QSD'ê li Cerablusê erebeyek topbaran kiriye û kuştî û birîndar çêbûne", da.

Daxuyanî wiha ye:

"Malperên girêdayî çeteyên dewleta Tirk a dagirker nûçeyên derew belav kirin.Gotin ku hêzên me li bajarê Cerablusê erebeyek û gelek kes kirine hedef, di encamê de gelek kes, di nav de leşkerên çete hatin kuştin û birîndar bûn.

Em teqez dikin ku hêzên me di vê dema dawî de li herêma dagirkirî tu êriş pên neanîne. Êriş spartine hêzên da ku aliyên rasteqîn ên ku ev êriş pêk anîne, veşêrin ku îstîxbarata dagirkeriya Tirk wê dinixumîne. Li gorî wêneyên ku ji cihê hedefkirinê û erebeyê belav bûne, delîl û lêpirsînên meydanî piştrast dikin ku êriş bi balafireke bê mirov pêk hatiye ku asîmanê Sûriyê derbas kiriye. Dewleta Tirk a dagirker bi domdarî balafirên bê mirov bi kar tîne."

ANHA