​​​​​​​Ciwanên Dêrikê li dijî xiyanet û dagirkeriyê meşek bi meşaleyan li dar xist

Bi diruşma "Werin cenga azadiyê" Tevgera Ciwanên Şorşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan meşek bi meşaleyan li dar xist. Ciwanan êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser çiyayên Kurdistanê şeremzar kirin û bang li gelê Kurd kir ku li hemberî dagirkerî û xiyanetê piştgiryê bidin gerîla.

​​​​​​​Ciwanên Dêrikê li dijî xiyanet û dagirkeriyê meşek bi meşaleyan li dar xist
​​​​​​​Ciwanên Dêrikê li dijî xiyanet û dagirkeriyê meşek bi meşaleyan li dar xist
​​​​​​​Ciwanên Dêrikê li dijî xiyanet û dagirkeriyê meşek bi meşaleyan li dar xist
​​​​​​​Ciwanên Dêrikê li dijî xiyanet û dagirkeriyê meşek bi meşaleyan li dar xist
​​​​​​​Ciwanên Dêrikê li dijî xiyanet û dagirkeriyê meşek bi meşaleyan li dar xist
​​​​​​​Ciwanên Dêrikê li dijî xiyanet û dagirkeriyê meşek bi meşaleyan li dar xist
18 nîsan, 2022   20:22
QAMIŞLO

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Dêrikê ji pêşiya navenda Şehîd Bawer a ciwanan ber bi qada Azadî ve meşiyan. Di meşê de bê navber diruşmeyên "Bimre faşîzma dewleta Tirk bijî berxwedan gerîla'' hatin berzkirin.

Meş li qada Azadî veguherî mîtîngê, piştî deqeyeke rêzgirtin, endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Bêrîvan Erkan daxuyaniyek xwend.

Bêrîvan Erkan got: "Em weke Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Dêrikê êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar dikin. Ji Nîsana par heta roja îro artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayî çekên kîmyewî bi kar tîne."

Bêrîvan Erkan îşaret pê kir ku operasyona ku faşîzma Tirk duh bi şev bi desteka PDK'ê daye destpêkirina, careke din xiyaneta PDK'ê, dijbetiya wê ya li gelê Kurd û hevkariya wê ya bi dagirkerên Kurdistanê re îsbat dike.

Bêrîvan Erkan bang li gelê Kurd kir ku li hemberî faşîzma Tirkiyê dakevin qadan û piştgiryiê bidin gerîla.

Mîtîng bi berzkirina diruşmeyên şermezarkirina xiyaneta PDK û silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

ANHA