​​​​​​​Ciwanên Qamişlo, Hesekê û Helebê êrişên dewleta Tirk û tevkariya PDK’ê şermezar kirin

Têkildarî şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevkariya PDK’ê di wan êrişan de, şêniyên kantonên Qamişlo û Hesekê, taxa Şêxmeqsûdê xwepêşandan li dar xistin.

18 nîsan, 2022   21:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û tevkariya PDK’ê, ciwanan xwepêşandanên girseyî li Qamişlo, Hesekê, Helebê û navçeya Til Birakê li dar xistin.

QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo şermezarkirina îxaneta PDK’ê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê li Qamişlo xwepêşandanek li dar xist.

Di xwepêşandanê de bi dehan şênî, saziyên sivîl beşdar bûn, alên ciwanên şoreşger, wêneyên rêber Ocalan, Kongra Star, PYD’ê û meşale hildan.

Xwepêşandan ji taxa Kornîş a Qamişlo di nava diruşmên "Na ji îxaneta PDK’ê re, bijî PKK’ê" de dest pê kir.

Li Çerxerêya Cotkaran a taxa Kornîş xwepêşandan vegerî mêtingê û deqeyek rêz girtin, dûvre endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Hogir Mihemd axivî û wiha got: "PDK’ê destê xwe kiriye destê dagirkeriya Tirk û êriş HPG’ê dike, em jî piştgiriya hêzên gerîla bikin û radest nebin, divê civak rastiya îxaneta PDK’ê bizanibe."

Xwepêşandan bi diruşmên silavkirina HPG’ê û şermezarkirina îxaneta PDK’ê bi dawî bû.

HESEKÊ

Yekitiya Jinên Ciwan bi tevkariya Ciwanên Şoreşger li dijî êrişên dewleta Tirk û tevkariya PDK’ê  li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê xwepêşandanek li Hesekê li dar xist.

Endamên ciwanên şoreşger, endamên saziyên sivîl û leşkerî û şênî tev li xwepêşandanê bû. Xwepêşandan ji Çerxerêya dêra Asûrî dest pê kir û li tevahî kolanên bajêr gerî û ber bi çerxerêya agirkujiyê ya li taxa Til Hecer ve ketê rê. Xwepêşandêran alên ciwanên şoreşger, wêneyên rêber Ocalan berz kirin û îxaneta PDK’ê şermezar kir û berxwedana gerîla silav kir.

Li Çerxerêya agirkujiyê xwepşandan vegerî mêtingî, li wir li ser nave ciwanên şoreşger Medya Ebdurehman axivî û wiha got: "Em li vir kom bûne ku piştgiriya xwe bi hêzên gerîla re nîşan bidin. Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê piştî civîna PDK’ê û dewleta Tirk pêk hat."

Medya Ebdurehman îxaneta PDK’ê li dijî gelê Krud şermezar kir.

Li aliyekî din jî li ser nave Yekitiya Jinên Ciwan Sema Hesekê wiha got: "Em wek yekitî her tim teqez dkin gerîla rûmet û hêza me ye. Ji ber wê em destekê didin ferdekarî û lehengiya wan."

Xwepêşandan bi diruşmên şermezarkirina îxanet û êrişan bi dawî bû.

TIL BIRAK

Vê êvarî şêniyên Til Birakê xwepêşadanek ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevkariya PDK’ê bi dagirkeriyê re li dar xist.

Xwepêşandan ji Çerxerêya Şehîdan a li Til Birakê dest pê kir û bi erebe û peyatî li tevahî kolanan gerîn û diruşmên silavkirina berxwedana QSD’ê û gerîla berz kirin. Xwepêşandan li pêş navenda Asayîşê ya Til Birakê rawestî.

Piştî rêzgirtin, endamê rêveber ê Meclisa Navçeya Til Birak Tariq El-Ebdullah axivî, êrişên dewletaTirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê şeremzar kirin û diyar kirin ku ev êriş bi armanca rakirina tola binkeftina DAIŞ'ê ye.

Tariq El-Ebdullah, banga xurtkirina têkoşînê kir, her wiha bang li civata navneteweyî kir ku li hemberî van êrişan bêdeng nemîne.

Çalakî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

 HELEB

Bi diruşma "Bimire xiyanet û faşîzm û PDK'ê" Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê meşek li dar xist.

Meş ji pêşiya hola civînan a li beşê rojava yê taxê dest pê kir. Ciwanan alên Tevegera Ciwanên Şoşreger, Yekitiya Jinên Ciwan û meşala hildan. Her wiha bê navber diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û şeremzarkirina xiyanet û dagirkeriyê berz kirin.

Meş li qada Cebanat li rojhilatê taxê rawestiya.

Li wir, deqeyeke rêz hat girtin, piştre endama Yekitiya Jinên Ciwan Nadiya Yûsif axivî û got:"Êrişên artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDK'ê li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metîna zêde bûne, armanca wan qirkirina gelê Kurd û dagirkirina Kurdistanê ye."

Nadiya Yûsif îşaret pê kir ku her dema Mesrûr Barzanî serdana Tirkiyê dike, êriş li dijî gerîla dest pê dikin û got: "Tu kes nikare dawî li gerîla û gelê Kurd bîne. ''

Piştre sinevzyonek derbarê berxwedana gerîla de hat pêşandan.

ANHA