​​​​​​​Panorama hefteyê: Îsraîl baregehên Îranê kirin hedef, Çarçoveya Koordînekirî vebijêrka hilbijartina Kazimî dinirxîne

Îsraîl baregehên leşkerî yên komên Îranê yên li Sûriyê kirin hedef. Çarçoveya Koordînekirî hemû vebijêrkên li pêşiya xwe lêkolîn dike da ku ji aloziya siyasî derkeve, di nav de vebijêrka ji nû ve hilbijartina Kazimî dinirxîne.

​​​​​​​Panorama hefteyê: Îsraîl baregehên Îranê kirin hedef, Çarçoveya Koordînekirî vebijêrka hilbijartina Kazimî dinirxîne
17 nîsan, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa êrişên Îsraîlê yên li dijî baregehên Îranê yên li Sûriyê û aloziya siyasî ya li Iraqê û rewşa Sûdanê kirin.

`ÎSRAÎLÊ MILÎSÊN ÎRANÊ LI GUNDEWARÊN ŞAMÊ KIRIN HEDEF`

Rojnameya Şerq El-Ewsat vê sibê têkildarî êrişa Îsraîlê ya li dijî gundewarên Şamê wiha nivisî: “Rêveberê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Ramî Ebdurehman got êrişa Îsraîlê ya roja pêncşemê ji destpêka salê ve ya 9`emîn e. Her wiha diyar kir ku Îsraîlê di êrişa dawîn de depoyên nû yên milîsên Îranê û baregeheke Artêşa Rizgariya Filistînê li başûrê rojavayê Şamê kirin hedef. Ebdurehman destnîşan kir ku depoyên îraniyan ên hatine hedefgirtin li nêzî bajarokên Rexle û Qetna yên Şamê ne.

Ebdureheman duh gotibû: “Diyar e ku haya Îsraîlê ji hemû tevgerên îraniyan ên li Sûriyê heye. Ajanên wê di nava rejîma Sûriyê, Hizbullah û mîlîsên Îranê de pir in û agahiyên der barê tevger, depo û moşekên wan de didin Îsraîlê. Gelo kengî rejîma Sûriyê û Îran dê bersiva derbeyên Îsraîlê bidin?”

`ÇARÇOVEYA KOORDÎNEKIRÎ VEBIJÊRKA JI NÛ VE HILBIJARTINA KAZIMÎ DINIRXÎNE`

Der berê rewşa Iraqê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Hêzên Çarçoveya Koordînekirî hemû vebijêrkên li pêşiya xwe dinirxîne da ku ji aloziya siyasî bi zirarên herî kêm derkeve. Nexasim piştî derbasbûna 12 rojan (bi giştî 40 e) ku serokê Tevgera El-Sadir Muqteda El-Sadir ji bo çareserkirina aloziyê diyar kiriye.

Li gorî agahiyan, çarçove vebijêrka ji nû ve hilbijartina Mistefa Kazimî tevî pêkanîna guhertinan dinirxîne. Bi taybet li gel ku Tevgera El-Sadir bersiva însiyatîfa çarçoveyê ya avakirina bloka herî mezin neda.

Li gorî çavdêran, Çarçoveya Koordînekirî ji helwesta El-Sadir bi fikar e ku fişarê bike, parlamentoyê ji hev bixe û lidarxistina hilbijartinên nû bixwaze. Ji ber wê vebijêeka ji nû ve hilbijartina Kazimî dinirxîne.

Li beramberî wê, Tevgera El-Sadir dibîne ku lidarxistina hilbijartinên nû, ji bo wê vebijêrka herî guncaw e, bi taybet ku rêveberên wê dibêjin derfet heye careke din bi ser bikevin. Ev yek dê bihêle dijberên wê çeka “bloka astengkirî” ji dest bidin ku li dijî projeya wê ya siyasî bi kar tînin.”

MEKANÎZMAYA NAVNETEWEYÎ 4 RÊGEHÊN ÇARESERKIRINÊ DIYAR KIRIN’

Girêdayî rewşa Sûdanê rojnameya El-Îtîhad wiha got: “Mekanîzmaya sêalî ya herêmî û navneteweyî ya hevbeş ji bo çareserkirina aloziya siyasî ya Sûdanê, 4 mijarên sereke yên diyaloga di navbera pêkhateyan de diyar kirin û îşaret pê kir ku derfet heye lihevkirin di demeke kurt de pêk were.

Mekanîzmayê diyar kir ku ji bo biserxistina hewldanên pêkanîna diyalogê, divê şert û mercên guncaw bên peydakirin, di sêrî de bidawîkirina rewşa awarte li welêt, serbestberdana hemû girtiyên siyasî, betalkirina qanûnên binpêkirina mafan û mîsogeriya ku binpêkirina mafên mirovan careke din pêk nayê.”

ANHA