KCDK-E'yê banga xwedîderketina li girtiyên siyasî kir

KCDK-E, bang li her kesî kir ku bibin dengê girtiyên siyasî û daxuyand ku li hemberî komkujiyên dewleta Tirk bi têkoşîneke bibandor têkevin nava liv û tevgerê.

KCDK-E'yê banga xwedîderketina li girtiyên siyasî kir
16 nîsan, 2022   17:47
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li ser navê Hevserokên KCDK-E'yê daxuyanî hate dayîn. Hevserokan diyar kir ku dewleta Tirk a komkujer girtiyên siyasî bi awayekî hovane qetil dike û daxuyand ku vê yekê li ser bingeha neyariya gelê Kurd pêk tîne. Hevserokan li ser komkujiyên li girtîgehan pêk tê rawestiyan û ev tişt got: “Dewleta Tirk hewl dide ku bi komkujiya li girtîgehan pêk tîne malbatên girtiyan çavtirsandî bike û bi vê re êrişî civakê dike. Divê ev êrişên hovane yên li ser girtiyan tê meşandin wekî êrişa li ser vîna gelê Kurd were dîtin.”

Hevserokan bang li her kesî kir ku bibin dengê girtiyên li hembetî teslimiyetê li ber xwe didin û malbatên wan. Hevserokan daxuyand ku ji bo pêşiya komkujiyan were girtin divê her kes demildest têkeve nava liv û tevgerê.