Ehmed Hebeş: Hevdîtina Barzanî û Erdogan mîna hevdîtina serokekî bi karmendê xwe re ye

Endamê Dîwana Hevserokatiya KCDK-E Ehmed Hebeş anî ziman ku serdana Mesrûr Barzanî ya ji bo Tirkiyê nîşana berdewamiya planên wan ên hevbeş ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ye û wekî hevdîtina serokekî bi karmendê xwe re pênase kir.

Ehmed Hebeş: Hevdîtina Barzanî û Erdogan mîna hevdîtina serokekî bi karmendê xwe re ye
17 nîsan, 2022   01:50
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Roja Înê serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Tirkiyê kir û bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re civiya. Ev serdan di demekê de hate kirin ku dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê bi hev re amadekariya êrişekê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin.

Endamê Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistanê-Ewropayê (KCDK-E) Ehmed Hebeş serdan weke xiyaneta malbata Barzanî li doz û azadiya gelê Kurd û  têkoşîna rizgariyê pênase kir.

Ehmed Hebeş ji ANHA'yê re axivî û got: "Ya girîng ji bo wan mana li ser desthelatê û parastina berjewendiyên malbatî û eşîrtî ye û ne tiştekî din e. Malbata Barzanî û rayedarên PDK'ê ji Bexdayê berê xwe dane  Enqerayê. Gelo Enqere bûye rêya aş!"

Hebeş hevdîtina di navbera Erdogan û Mersûr Barzanî de, weke hevdîtina serokekî bi karmendê xwe re nîşan da û got: "Dem bi dem em dibînin ku rayedarên herêma Başûrê Kurdistanê dibin mêvanê Erdogan. Mîna hevdîtina serokekî bi karmendî xwe  re bû ku rapora xwe pêşkêşî wî dike."

Ev serdan di demeke de hat ku artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Zirgan, Til Temir û Eyn Îsayê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye û hikumeta Kazimî jî dîwar di navbera Şengal û Rojava de lêdike.

Ehmed Hebeş di dewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: " Dema serdanê û nebûna sembolên kurdî di civînê de ne ecêb in. Di demên dawî de serdanên wan ên ji bo Tirkiyê zêde bûne. Her wiha tevger û amadekariyên wan ên pêkanîna êrişên hevbeş li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê  zêde bûne. Ev herêm di çarçoveya peymana berî ya di navbera PDK û PKK'ê de ji aliyê gerîlayan ve tên parastin."

Endamê Dîwana Hevserokatiya KCDK-E bal kişand ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û got: ''Ew herêm ji ber 2 sedeman tên hedefgirtin, ya  yekem li wir parastina sînorê Başûrê Kurdistanê tê kirin ya din jî gerîla li wir tên perwerdekirin. Gerîla parastina parçeyên Kurdistanê ji êrişên dagirkeriyê dike, tevî wê jî ew gelek caran bûne hedefa hêzên PDK'ê.''

Hebeş diyar kir ku PDK'ê hêzên taybet ên malbata Barzanî sewqî herêma Heftanîn û deverên din ên li beramberî qadên gerîlayan, kirin. Her wiha îşaret pê kir ku serdanên li pey hev ên van aliyan nîşan dide ku planên hevbeş ên hedefgirtina hêzên parastinê ye, her wiha ji bo temamkirina amadekariyên şerê li dijî PKK'ê ye.

Di heman dema amadekariya pêkanîna êrişeke nû de, artêşa Tirk a dagirker ji 23'yê Nîsana par ve her roj Herêmên Parastinê yên Medyayê topbaran dike, çekên kîmyewî yên qedexekirî jî bi kar tîne.

Endamê Dîwana Hevserokatiya KCDK-E Ehmed Hebeş di dawiyê de bang li Kurdisaniyan kir ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û planên xizmeta malbat û eşîrtî dike yekrêziya xwe ava bikin.

(şt)

ANHA