Li Diyale teqîn: Leşkerekî Iraqê jiyana xwe ji dest da, 3 birîndar bûn

Li parêzgeha Diyale bombebeyek bi hêzên Iraqê ve teqiya. Di encamê de leşkerekî Iraqê jiyana xwe ji dest da û 3 leşker birîndar bûn.

Li Diyale teqîn: Leşkerekî Iraqê jiyana xwe ji dest da, 3 birîndar bûn
16 nîsan, 2022   19:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên Rêveberê bajaroka Qeretepe Wesfî Temîmî dane Rojnews’ê vê êvarê, dema ku artêşa Iraqê ji operasyona ji bo tinekirina DAIŞ’ê vedigeriya, li gundê Şedire ya di navbera Gulale û Qeretepe yên ser bi Parêzgeha Diyale de, bombebeyek pêve teqiya.

Wesfî Temîmî diyar kir ku di teqînê de leşkerekî jiyana xwe ji dest  û 3 leşker jî birîndar bûn.