​​​​​​​Jinên taxa Şêxmeqsûd: Em serî ji kesî re natewînin

Di demekê de ku hikumeta Şamê hewl dide welatiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê radest bibin, jinên her du taxan ardên ku di demên berê de ji bo derbaskirina ambargoya hikumetê depo kiribûn bi hev re parve dikin.

​​​​​​​Jinên taxa Şêxmeqsûd: Em serî ji kesî re natewînin
​​​​​​​Jinên taxa Şêxmeqsûd: Em serî ji kesî re natewînin
​​​​​​​Jinên taxa Şêxmeqsûd: Em serî ji kesî re natewînin
​​​​​​​Jinên taxa Şêxmeqsûd: Em serî ji kesî re natewînin
​​​​​​​Jinên taxa Şêxmeqsûd: Em serî ji kesî re natewînin
13 nîsan, 2022   23:39
HELEB – NESRÎN ŞÊXO

Hikumeta Şamê di ferzkirina ambargoya giran a li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de berdewam e, nahêle kamyonên madeyên xwarinê derbasî her du taxan bin, bi taybet ard, wê yekê jî hişt gelek firin rawestin û nan li her du taxan qut bibe.

Hikumeta Şamê bi rêya firqeya 4`an a girêdayî wê ambargoyeke tund li ser her du taxan giran dike, her wiha ligel qedexekirina derbasbûna madeyên xwarinê, madeyên çêkirina cilên amade û betariyan jî qedexe kir. Bi wê yekê dê bi dehan kargeh rawestin û karkerên wan bisekinin.

Jinên her du taxan ji bo derbaskirina siyaseta birçîkirinê ku ji aliyê hikumeta Şamê ve tê kirin madeyên depo kirine li hev par ve dikin da ku giranbûna ambargoyê sivik bikin. Ji ber wê jî nanê sêlê ji ardên ku di demên berê de li gel xwe depo kiribûn, çêdikin.

 ‘ZAROK NIZANIN AMBARGO ÇI YE‘

Weke tevahî jinên her du taxan, Emîne û Mizgîn du jinên ku li hember siyasetê hikumeta Şamê sekinîne, bi tiştên heyî debara xwe dikin.

Emîne Omer (56) got siyaseta birçîkirinê ku ji aliyê hikumeta Şamê li ser her du taxan tê ferzkirin rêbazekî derexlaqî ye û derfetê nade kamyonên ard ku derbasî taxê bibin.

Madeya nan madeyeke sereke di xwarina her malbateke sûrî de ye û dev jê nayê berdan.

Mala Emîne Omer jî weke her malekê ji heman tiştî xwarin depo kiribû. Jin ji bo rojên zehmet derbas bikin xwarinan depo dikin. Depokirina xwarinan ji urfûadatên ku sûdê li xwediyê xwe dike.

Ji madeyên ku Emîne Omer depo kirine, madeya ard e û vê yekê di rojên ambargoyê de sûd lê kir. Emîne Omer ew ard di çêkirina nanê sêlê de bi kar anî. Di vê der barê de Emîne Omer wiha axivî: "Me hin ard ji bo demên zehmet depo kiribûn. Îro jî em wan ji bo pêwîstiyên zarokên xwe bi kar tînin. Ji ber hikumeta Şamê ambargoyê li ser me ferz dike."

Tevî ku hin madeyên çêkirina nan tune ne lê Emîne Omer rewşa xwe bi rê ve dibe û hin madeyan bi hinên din ve diguhêre. Mînak li şûna textan, kaxezan ji bo pêxistina agir û bêjandina nan bi kar tîne. Têkildarî mijarê Emîne Omer ev tişt anî ziman: "Ev zehmetî dê derbas bibe bêyî ku em berê xwe bidin tu kesî. Em ê debara xwe bikin û serî ji kesî re netewînin."

 ‘NANÊ KU EM JÊ BÊ PAR MAN DIKARIN BI XWE ÇÊKIN‘

"Nabe ku rizqê mirovan were qutkirin  û jê jî pariya jiyanê bi taybet nan". Emîne Omer bi van gotinan siyaseta ku hikumeta Şamê li ser wan ferz dike nîşan dide û destnîşan kir ku ew siyaseteke derexlaqî ye, ne girêdayî mirovahiyê ye û teqez kir ku her çiqas li hember wan were kirin dê lewaz nebin û nanê ku jê bê par man dikarin bi xwe çêkin.

Li her du taxan îradeya jin li hember siyaseta birçîkirinê ku hikumeta Şamê ferz dike, disekine. Emîne Omer têkildarî mijarê wiha axivî: "Hûn texmîn dikin ku heger me ji madeya nan bê par bihêlin em ê serî bitewînin. Na em vê yekê nakin."

 ‘EM ARDÊ DEPOKIRÎ BI HEV RE PAR VE DIKIN‘

Cîrana Emîne Omer, Mizgîn Yûsif (46) hevkariya wê di çêkirina nan de dike û ji ANHA`yê re wiha got: "Divê hevkarî di navbera me de hebe da ku aloziyan derbas bikin. Rojekê li mala min û rojekê li mala wê em nanê sêlê çêdikin. Em ardê depokirî bi hev re parve dikin û em di çêkirina nan de hevkariya hev dikin."

Mizgîn Yûsif weke cîrana xwe Emîne Omer madeyên xwarinê ji bo aloziya aborî ya li welat û ambargoya ku ji aliyê hikumeta Şamê ve li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji 20`ê Tebaxa 2020`an ve tê ferzkirin û hê jî didome, madeyên xwarinê depo kirin.

Mizgîn Yûsif diyar kir ku wê hin made mîna megdûs, dimsa îsotan û bacanan depo kirin da ku rojên zehmet derbas bike.

Mizgîn Yûsid teqez kir ku ew rêya berxwedanê esas digirin weke ku rêber Ocalan gotiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em li hember hemû siyasetan sekinîn û em ê li hember siyaseta birçîkirinê jî bisekinin. Em ê li ber xwe bidin û tu kes nikare îradeya me têk bibe."

(bx)

ANHA