Rêveberiya herêma Firatê ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir

Rêveberiya herêma Firatê ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir û da zanîn ku ew dikarin mîna wê yekê bikin û got, "Lê belê em bi vê zihniyetê nafikirin, ji ber armanca me parastina sûriyan û destekdayîna wan ji bo rizgarkirina ji krîza şer e."

Rêveberiya herêma Firatê ambargoya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir
14 nîsan, 2022   03:08
KOBANÊ

Firqeya 4’an a girêdayî hikumeta Şamê ambargoyeke tund li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kir, ev yek ji rêzesiyasetên îflaskirî yên hikumeta Şamê yên ji destpêka krîza Sûriyê ve pêk tên. Hikumeta Şamê nahêle madeyên xwarinê û madeyên bingehîn derbasî her du taxan bibin.

Der barê mijarê de, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Firatê Nîhad Ehmed wiha got: "Ev ne cara yekemîn e ku rejîma Sûriyê ambargoyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz dike, lê belê di vê demê de rejîma Sûriyê dixwaze sûdê ji krîzên cîhanê yên bi nûnertiya şerê Rûsya û Ukrayna, mijûlbûna cîhanê bi şer bigire. Bi rêya ambargoyê dixwaze zextê li ser Rêveberiya Xweser bike ku tawîzan bide û hin destkeftiyan qezenc bike."

Ehmed wiha domand: "Çiqas rejîma Sûriyê zextê li herêmên Rêveberiya Xweser çi li Şêxmeqsûdê be yan jî herêmên din be ew nikare tiştekî bike yan jî wergire. Di dirêjahiya zêdetirî 11 salan de herêm rûbirûyî ambargoyeke mezin e, lê bi saya berxwedana welatiyên wê ambargo têk bir û bi ser ket."

Ehmed bang li hikumeta Şamê kir ku dev ji vê zihniyetê ku ji destpêka krîza Sûriyê ve nehatiye guhartin berde û ev tişt anî ziman: "Ji ber ew wek Rêveberiya herêma Firatê dibînin ku çareya yekane ya krîza Sûriyê dev ji ambargoyê berdin û xwestekên sûriyan bibersivînin."

Nîhad Ehmed anî ziman ku baweriya wan bi welatiyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê heye ku dê li hember ambargoyê bi ser kevin, ji ber beriya vê di rewşên ji vê zehmetir re derbas bûn û wiha pê de çû: "Dê welatiyên li van herêman bi hev re li dijî ambargoyê bisekinin heta têk dibin."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Firatê wiha dawî li gotina xwe anî: "Em ne lawaz in û dikarin bi rêya ambargokirina gelekê herêmên girêdayî wê zextê li rejîma Sûriyê bikin. Lê bi vê zihniyetê nafikirin, armanca me parastina sûriyan û destekdayîna wan e ku ji kîrza şer rizgar bibin. Lê em ne xwediyê vê zihniyetê ne ku birayên xwe bixin dorpêçê. Ji roja yekemîn a şer ve em bana aştiyê dikin, ne şer."

Firqeya 4’an a girêdayî hikumeta Şamê ji 13’yê vê Adarê ve ambargoyeke tund li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz kiriye û nahêle madyên xwarin û pîşesaziyê derbas bibin.

(fr)

ANHA