HPG’ê têkildarî êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da

HPG’ê ragihand ku di navbera 9-12’ê Nîsanê de artêşa Tirk a dagiker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên bejahî û hewayî kirin.

HPG’ê têkildarî êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da
13 nîsan, 2022   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Di 9 û 10’ê Nîsanê de saet di navbera 20:00-21:30’an de qada Girê Hekarî ya herêma Metînayê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin.

10’ê Nîsanê saet di navbera 15:00-18:10’an de qada Werxelê ya herêma Avaşînê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan û 3 caran bi balafirên şer hate bombekirin. Heman rojê saet di 18:25’an de qada Kunîşka ya herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin.

11’ê Nîsanê saet di navbera 19:00-06:30’an de qada Girê Hakkarî ya herêma Metînayê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan û 7 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

11’ê Nîsanê saet di navbera 20:30-20:45’an de li herêma Zapê qadên Çemço, Şehîd Şahîn, Kurojahro, Karker û li herêma Avaşînê jî qada Werxelê 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

12’ê Nîsanê saet di navbera 18:30-19:30’an de qada Girê Hakkarî ya li herêma Metînayê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin. Şeva heman rojê li herêma Avaşînê helîkopter li ser qada Mervanosê geriyan.”