ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-04-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-04-2022
11 nîsan, 2022   23:00

-Pêngava paqijiyê ya ku ji aliyê TEV-DEM'ê ve hatiye ragihandin li herêma Pêşesaziyê ya Nû ya Qamişlo dewam dike, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi armanca nirxandina geşedanên siyasî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê civînekê ji gel re li dar dixe, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li ser banga Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê, şêniyên kantonê li dijî dîwarê ku hikumeta Iraqê di navbera Şengal û Rojava de lê dike, ber bi sînor ve dimeşin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Til Temirê got, tevgereke zêde ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê heye ku amadekariyên êrişeke nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Her wiha anî ziman ku dewleta Tirk ji mijûlbûna navneteweyî bi şerê Ukrayna – Rûsyayê sûdê digire da ku herêmê dagir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berpirsê depoya gazê ya kantona Şehbayê got, Furqeya 4`an a hikumeta Şamê nahêle kamyonanên bi tûpên gazê barkirî derbasî Şehbayê bibe. Şêniyan jî destnîşan kir ku hikumeta Şamê hewl dide bi rêya ferzkirina ambargoyê berxwedana wan têk bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedar Cemal Reşîd diyar kir ku Ebdulhekîm Beşar û hevkarên wî bi rêya daxuyaniyan dixwazin dagirkeriya Tirk a li Efrînê û herêmên din rewa nîşan bidin û banga avakirina komîteyeke şopandina binpêkirinên li Efrînê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Çalakgerê siyasî, Amin Ay ê ji Bakurê Kurdistanê got siyaseta ku AKP-MHP’ê dimeşînin xeteriyeke mezin li ser civak û etnîkên li Tirkiyê çêdike û diyar kir ku lê rêya yekane ya demokratkirina dewleta Tirk çareserkirina doza Kurd e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- ji bo bi cihkirina fikra " Kurdistan parçekirî ye " Tirkiyê û rejîmên cîran ên diktaktor sînorekî çêkirî li 3 herêman bi dirêjahiya rêkeftinên Qesra Şêrîn û Sykes Picot ava dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Emîn Elîko got PDK’ê planên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û HPG’ê pêk tîne da ku berjewendiyên xwe biparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Komîteya Pêngava "Dem dema azadiyê ye" Luqman Hesen da zanîn ku pêngav gihaşt astên herî pêş, her wiha endamê rêveber ê Akademiyên Civaka Demokratîk a Hesekê Ezîz Elî jî got dîlgirtina rêber Ocalan û tecrîda girankirî ya li dijî wî bi xwesteka hêzên global e ku nakokî berdewam bin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Rojnamevanê ji Lubnanê Elî El-Emîn, banga xurtkirina têkliyên di navbera gelên Kurd û Ereb de kir û got, ew yek dikare encamên baş bi xwe re bîne. Her wiha diyar  kir ku têkoşîna gelê Kurd ji bo hemû kesên ku banga azadî, edalet, hevduqebûlkirin û pirengiya çandî dikin, minareyeke. (BI WÊNE).

CIWAN

-Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Minbicê komxebata yekemîn li bajarê Minbicê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Serokê Navenda Ereb a Lêkolînên Siyasî Mihemed Fethî Şerîf got, ji aliyê Amerîka û Tirkiyê ve tedbîrên pêşîn hene da ku Îxwan El-Muslimîn û komên çekdar bighînin desthilata li Lîbyayê û diyar kir ku Îxwan bi hêsan dev ji desthilatê bernade. Her wiha got, Başaxa û artêşa Lîbyayê dikarin planan têk bibin û bi awayekî aştiyane desthilatê werbigirin. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

-Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber pirsgirêka cûdahiya buhayan û tevî qeydên ku bazirgan bi buhayên kelûepelan dilîze, zehmetiyan dibînin. Welatiyan jî bang li gerîndeya zehêrê kir ku çavdêriya xwe di çarçoveya ambarog û aloziya cîhanî ji ber şerên navneteweyî, zêde bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA