Dîmen û wêneyên bendên kontrolê yên hikumeta Şamê yên taxa Şêxmeqsûdê

Nûçegihanên me dîmen û wêneyên bendên Furqeya 4'an a hikumeta Şamê kişandine ku  dorpêç li ser li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz kirine.

Dîmen û wêneyên bendên kontrolê yên hikumeta Şamê yên taxa Şêxmeqsûdê
11 nîsan, 2022   16:09
HELEB

Furqeya 4'an a ser bi hêzên hikumeta Şamê ve,  ji 13'ê Adarê ve dorpêçeke giran li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz dike. Rê nadin ku ard û nan derbasî her du taxan bibe ku li wir 200 hezar kes dijîn.

Di vê der barê de kamerayên ajansa me dîmen û wêneyên her sê bendên kontrolê yên hikumeta Şamê yên dorpêç ferz kirine, kişand.

Bendên ku di dîmenan de diyar dibin ,Cizîre, El-Ewarid û Eşrefiyê ne.

Li gor dîmenan, endamên firqeya 4'an pişkinîneke giran li erebeyan dikin, her wiha tevgera welatiyan asteng dikin û qerebalexê derdixin.

(şt)

ANHA