Desteya Ciwan û Werzîşê li dijî hişbirê û tundiya li ser jinan pêngavek da destpêkirin

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê li dijî madeyên hişbirê, tundiya li ser jinan û şerê taybet pêngavek da destpêkirin.

Desteya Ciwan û Werzîşê li dijî hişbirê û tundiya li ser jinan pêngavek da destpêkirin
Desteya Ciwan û Werzîşê li dijî hişbirê û tundiya li ser jinan pêngavek da destpêkirin
Desteya Ciwan û Werzîşê li dijî hişbirê û tundiya li ser jinan pêngavek da destpêkirin
Desteya Ciwan û Werzîşê li dijî hişbirê û tundiya li ser jinan pêngavek da destpêkirin
Desteya Ciwan û Werzîşê li dijî hişbirê û tundiya li ser jinan pêngavek da destpêkirin
Desteya Ciwan û Werzîşê li dijî hişbirê û tundiya li ser jinan pêngavek da destpêkirin
Desteya Ciwan û Werzîşê li dijî hişbirê û tundiya li ser jinan pêngavek da destpêkirin
10 nîsan, 2022   12:46
KOBANÊ

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê li dijî madeyên hişbirê, tundiya li ser jinan û şerê taybet pêngavek da destpêkirin. Di çarçoveyê pêngavê de, belavokên bi mijarên xeteriya madeyên hişbirê, bandorên wê li civakê û sedemên bikaranîna madeyên hişbirkê li şêniyan hatin belvkirin.

Li ser  mijarê, endama Komîteya Ciwanan a kantona Kobanê Dicle Hesen got: "Di çarçoveya pêngavê de me gelek plan danîne. Dê semîner li ser xeteriya madeyên hişbirê, tundiya li ser jinan û paqijkirina bajar ji qirêj bêne dayîn. Her wiha wê li ser van mijaran belavok werin belavkirin û wêne li ser van mijaran li ser dîwarên kolanên sereke yên bajarê Kobanê werin xêzkirin. "

Dicle Hesen diyar kir ku armanca wan ji vê pêngavê avakirina civakeke rêxistinkirî û saxlem e, her wiha da ku rêya durist nîşanî ciwanan bikin.

Dicle Hesen bal kişand ser şerê taybt ku dewleta Tirk hewl dide di nava ciwanan de belav bike û got: "Dewleta Tirk a dagirker di serî de ciwanan dike hedef û hewl dide şerê taybet  li ser wan bimeşîne. Armanca wê ji vê yekê ew e ku civakê ji hev bixe, ji ber ku ciwan stûna civakê ne."

Tê payîn ku pêngava ku ciwanên PYD'ê ve di 18'ê Adarê de hatiye destpêkirin, bi dayîna semîneran li ser şerê taybet, belavkirina belavokan û lidarxistina çalakiyên rêxistinî di nava ciwanan de dewam bike.

ANHA