Li dibistanên Qamişloyê pêngava "Dostên Jîngehê" didome

Pêngava "Dostên Jîngehê" ya ku ji aliyê Gerînendeya Jîngehê ya Bajarê Qamişlo ve hatiye ragihandin, li dibistanên bajêr dewam dike.

Li dibistanên Qamişloyê pêngava "Dostên Jîngehê" didome
10 nîsan, 2022   11:41
QAMIŞLO

Bi armanca xurtkirina çanda parastina jîngehê di nava civakê de, Gerînendeya Jîngehê ya Bajarê Qamişlo 3'yê Nîsanê pêngava "Dostên Jîngehê" dabû destpêkirin. Pêngava ku ji dibistana seretayî ya Ehmed Şewqî ya li taxa Qenat Siwês dest pê kir, di 7'ê Nîsanê de li dibistana Corc Gorgîs a qonaxa seretayî ya li herêma Cirnik a taxa Enteriyê pêk hat û jî li dibistana Îbrahîm Henano ya li taxa Enteriyê dewam dike.

/ar/uploads/files/2022/04/10/103224_dsc_0010.webp

Di çarçoveyê pêngavê de, li hemû dibistanan semîner têkildarî girîngiya paqijkirinê, parastina jîngehê, çandina daran û dûrketina ji kiryarên xerab hatin dayîn.

Xwendekar tev li pêngavê bûn û îşaret bi girîngiya paqijkirinê kir, her wiha îşaret bi awayê parastina dibistana xwe kir, da ku her tim pak bimîne.

Piştî ku hewşên dibistanan hatin paqijkirin şitil hatin çandin. Gerînendeyê pênûsên rengîn diyarî xwendekaran kirin.

/ar/uploads/files/2022/04/10/103157_dsc_0026.webp

Têkildarî pêngavê, endama Nivîsgeha Bîrbirinê ya Gerînendeya Jîngehê Xefşe Erefat ji ANHA'yê re axivî û got, di demên dawî de li herêmê diyardeya avêtina çopê zêde li pêş bû, lewma wan dest bi hemleya hişyarkirina zarokan kir.

Tê payîn di demên pêş de li dibistana Selahedîn û Hisên Hacî jî pêngav were pêkanîn.

(eh)

ANHA