​​​​​​​Şêx eşîreke Ereb: Bêyî azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan alozî bi dawî nabin

Şêxê eşîra El-Bû Xemîs a Tebqayê Hisên El-Raşid destnîşan kir ku bêyî pêkanîna projeya neteweya demokratîk a ku rêber Ocalan pêşkêş kiriye, şerên li Rojhilata Navîn û çîhanê bi dawî nabin. Her wiha destnîşan kir ku azadkirina rêbertî berpirsyariya tevahî azadxwazên cîhanê ye.

​​​​​​​Şêx eşîreke Ereb: Bêyî azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan alozî bi dawî nabin
8 nîsan, 2022   01:56
TEBQA – EBDUREHMAN EL-SALIH

Şêxê êşîra El-Bû Xemîs a li Tebqayê Hisên El-Raşid têkildarî tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û girîngiya projeyên ku rêber Ocalan ji bo çareserkirina aloziyên cîhanê pêşkêş kiriye ji ANHA'yê re axivî. Şêx Hisên El-Raşid got: "Ji destpêka girtina rêber Ocalan ve di sala 1999`an de dema azadiyê, demek di ser re derbas bûye. Girtina wî li ser bingehên vala hate kirin. Heger mirov li gorî qanûnên vala ku modernîteya kapîtalîst derdixe bimeşe, cezayê heta hetayî dibe 20 sal. Lê ev dem derbas bû û hîn jî rêbertî li gel dewleta Tirk a faşîst rehîm girtî ye."

Hisên El-Raşid da zanîn ku hêzên kapîtalîst ji ferzkirina tecrîda li ser rêber APO têr nebûn, ji wê zêdetir Partiya Karkerên Kurdistanê xist ''lîsteya terorê''. Her wiha got, ev hemû kiryar ji bo ku tevgera azadiyê û damezrînerê wê têk bibin.

Hisên El-Raşid diyar kir ku xilaskirina gelan di pêkanîna projeya neteweya demokratîk de ye û ev tiştî anî ziman: "Bêyî pêkanîna projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan di hemû qadên jiyanê de şerên li Rojhilata Navîn û cîhanê bi dawî nabin."

El-Raşid di berdewama axaftina xwe de ji bo azadiya rêber Ocalan bang kir û got: "Bêyî azadiya rêbertî wê doza kurdan tevlihev bimîne û wê armanên wê yên çarenûsî pêk neyên. Ji ber vê yekê ji cîhana azad tê xwest ku gotina xwe bêje û ji bo azadiya rêber APO bixebite. Ji ber ku tevahî daxwazên cîhanî şermok bûn û armancên ku têne xwestin bi cih nayînin, ew jî ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku rêber Ocalan serbest berde."

Şêxê eşîra El-Bû Xemîs Hisên El-Raşid got azadiya rêbertî berpirsiyariya hemû azadîxwazên li cîhanê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê di qadên navneteweyî, saziyên civka sivîl û desteyên diplomatîk de xebat bê kirin. Ji tevahî azadxwazên cîhanê, karker, ciwan, cotkar, rewşenbîr û qebîle tê xwestin ku li hemberî qeydan bisekinin û bişkînin û rêbertî azad bikin da ku em hevsengî pêk bînin û azadiya gelan û serxwebûna wan misoger bikin."

(bx)

ANHA