Plana Erdogan a êrişa dualî: Rojava û Başûrê Kurdistanê-HALÎT ERMIŞ

Plana Erdogan a êrişa dualî: Rojava û Başûrê Kurdistanê-HALÎT ERMIŞ
8 nîsan, 2022   00:26

Dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê amadekariya êrişên qirkirinê yên nû û berfireh li ser Başûrê Kurdistanê dike û li Sûriye û Rojava çi plan dike? Gelo dê refleksa Rojava ya li hember êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûr çawa be? Gelo Rojava tenê parçeyek ji êrişên dagirkeriyê yên Başûrê Kurdistanê ye yan jî qadeke stratejîk e ku ji bo dewleta Tirk hedef e? Plana êrişa muhtemel a li dijî Rojava dê çawa dixebite û pêşketinên muhtemel çi ne?

Ev pirs dikarin bên zêdekirin. Lê geşedanên li meydanê nîşan didin ku dewleta Tirk bi wergirtina desteka NATO'yê û hevkariya PDK'ê û pêveka wê ya li Rojava ENKS’ê dikare êrişeke berfireh li ser Rojava pêk bîne û her wiha valahiya ku ji nakokiyên desthilatdariyê yên hêzên global derdikeve jî ji xwe re bi kar bîne.

Dewleta  Tirk di navbera Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de ji ber şerê Ukraynayê ji xwe  re valahiyeke nû dît. Her çend îhtîmal heye ku ev yek demkî be jî, dixwaze ji bo êrişên nû bi kar bîne.

Amadekariyên ji bo dagirkirina Başûr jî êrişeke muhtemel a li dijî Rojava jî xist rojevê.

DEWLETA TIRK PLANA ÇI DIKE?

Armanca bingehîn a dewleta Tirk ew e ku bi qirkirina Kurdan re li Rojhilata Navîn bibe hêzeke herêmî ya hegemon. Jixwe hewl dide herêmên nû li herêmên dagir kirine yên li Rojava û Sûriyê zêde bike. Mijara Sûriye ji ber şerê li Ukraynayê niha di nava hêzên global de hatiye sekinandin. Ev yek dikare derfetekê ji bo êrişên nû yên dewleta Tirk çêke. Ji ber ku Rûsyayê tevî hikumeta Şamê  êrişên xwe yên li dijî Idlibê kêm kirin.

Sarbûna Rûsyayê li ser Idlibê derfetê dide dewleta Tirk ku çeteyên xwe ji nû ve sazkar bike. Di nûçeyan de jî tê gotin ku di demên dawîn de hêzeke nû şandiye Idlibê. Di heman demê de bi piştgiriya madî ya dewletên wekî Qeter û Kiwêtê li Efrînê û herêmên din ên dagirkeriyê lez da çêkirina malên dagirkirinê.

Xuya dike ku dewleta Tirk firsend dîtiye ku hêzên xwe li herêmên wekî Rojava û bakurê Sûriyê û Idlibê xurt bike. Ev rastî jî nîşan dide ku êrişkariya dewleta Tirk a li Sûriye-Rojava stratejîk e.

Nerîneke şaş e ku mirov êrişên muhtemel ên li ser Rojava yên dewleta Tirk bi tenê bi Başûrê Kurdistanê ve girê bide. Lê rastî ew e ku armanca dewleta Tirk heye ku di Şerê Cîhanê yê Sêyem de bigihêje sînorên Mîsakî Mîlliyê. Ji ber vê yekê armanc dike ku hemû parçeyên Kurdistanê dagir bike û qirkirina Kurdan ji bo xwe bike armanceke stratejîk.

ÊRIŞÊN LI SER EYN ÎSA Û TIL TEMIRÊ

Dewleta Tirk ji xeta Babê û Ezazê ve ku ji aliyê ve hatine dagirkirin, êrişên li ser Şehbayê zêde dike. Lê ne tenê ew, Eyn Îsa û Til Temir jî hedefên wan ên sereke ne. Tevî nakokiyên dijwar ên li van herêman di salên 2020-21 an de dewleta Tirk negihîşt armancên xwe. Hêzên QSD'ê berxwedaneke dîrokî meşand.

Lê belê dewleta Tirk ku ji bo êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûr amadekariyan dike, ji aliyekî ve bi awayekî hemwext an jî qismî be jî li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên êrişên dagirkeriyê yên nû dike. Êrişên dagirkeriyê yên dawîn ên li hemberî Eyn Îsa û Til Temirê îspata vê yekê ne.

GIRÎNGIYA VAN HER DU DEVERAN ÇI YE, DEWLETA TIRK ÇIMA DIKE HEDEF?

Ya yekem; bi êrişên li ser Til Temirê hewl dide xeta Hesekê û Qamişloyê ji hev qut bike û di heman demê de bi êrişên li ser Eyn Îsayê jî xeta Reqa, herêmên Firat û Cizîrê ji hev qut bikin.

Çawa ku bi êrişên dagirkeriyê yên li ser Metînayê xwestin Herêmên Parastinê yên Medyayê parçe bi parçe dagir bikin, bi êrişên dagirkeriyê yên li ser Eyn Îsa û Til Temirê jî bi heman taktîkê tên kirin.  

Heke bikarin Til Temirê bê dagirkirin, êrişên dagirkeriyê dê bi du xetan bêhtir li rojhilat û bakur berfireh bibin, li aliyê din dê hewl bidin Hesekê û Qamişloyê dorpêç bikin. Parçebûna van her du kantonên mezin dê were wateya parçekirina Herêma Cizîrê.

Di 20'ê Sibatê de girtîgeha Sînaa ya Hesekê ji derve ve rastî êrişa çeteyên DAIŞ'ê hat û ev yek jî pêwîstiyeke vê planê bû. Lê bi ser neket. Niha dibe ku ev armanc dîsa bi taktîkên din derkeve holê.

Li xeta Eyn Îsayê jî bi êrişeke muhtemel rêya çûn û hatinê ya herêma Firatê bi temamî dikeve bin kontrolê. Di vê rewşê de Kobanê li ber êrişeke giran a dagirkerî û qirkirinê vekirî dimîne. Wekî din, a ku dewleta Tirk wek avantaja herî mezin dibîne ew e ku Rojava hema li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ye ku bi tevahî dagirkirî ye. Vê yekê ji bo êrişeke muhtemel wek firsendekê dibîne.

Heke dewleta Tirk hewl bide planeke bi vî rengî ji bo Rojava û bakurê Sûriye bixe meriyetê, dê herêm seranser bibe qada şer û dibe ku ji sala 2011'an û vir ve şerê herî mezin ê li Sûriyê rû bide. Ji ber ku di rewşeke bi vî rengî de dê hemû hêzên parastinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên seferberkirin. Êrişên   berfireh ên dagirkeriyê yên muhtemel ên li ser Eyn Îsa û Til Temir, Kobanê, Qamişlo, Hesekê  û heta Minbicê  bêyî ku li benda êrişan bisekinin dikarin  bikevin nava liv û tevgerê da ku planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bisekinînin. Dîsa ji Dêrikê heta Amûdê, li ser xeta heta Dirbesiyê herêm dê veguhere qada şer.

XENDEK

Di rojên dawî de nûçe hene ku dewleta Tirk li xeta Serêkaniyê-Til Temirê û ya Girê Spî-Eyn Îsayê xendek kolandine û ev yek jî armanca wan a lêzêdekirina van deveran li ser xaka xwe, nîşan dide. Wekî din, ne tenê ew, di heman demê de heke êrişên muhtemel ên dagirkeriyê li xeta  Eyn Îsa û  Til Temirê rû bidin, armanca van xendekan ew e ku pêşî li hêzên QSD'ê bigirin da ku nekevin herêmên dagirkirî û wan rizgar bikin.

Erka kalekol û dîwarên di navbera Başûr û Bakur de, li Rojava daye ser milê hêzên paramîlîter, teknolojiya bilind û xendekan.

Avakirina xendekan jî nîşaneya tirsa dewleta Tirk e. Ji ber ku her çend di êrişên li ser Eyn Îsa-Til Temirê de hemû hêza xwe seferber kir jî, nekarî gavek bi tenê jî bi pêş ve biçe. Di rewşa şerekî berfirehtir de, herêmên ku di bin destê çeteyan de dikarin ji nû ve azad bibin.

HIKUMETA ŞAMÊ Û HESABÊN ŞAŞ

Mijareke girîng jî siyaseta heyî ya hikumeta Şamê ye.

Hikumeta Şamê îdia dike ku hewl dide Idlibê ji dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê rizgar bike, lê dîsa jî dijminahiya xwe ya QSD û Rêveberiya Xweser   didomîne. Lê ne tenê nakokî ev e. Ji aliyekî ve hikumeta Şamê îdia dike ku hewl dide Idlibê ji dagirkeriya Tirk rizgar bike û li aliyekî din jî li gel dewleta Tirk hevdîtinên veşartî jî didomîne.  

Ev rastî nîşan dide ku hikumeta Şamê radestî dewleta Tirk dibe ku welatê xwe kiriye qada zîhniyeta netewedewletê ya înkarker û vediguherîne qadeke hegemonyayê.

Aşkera ye ku hikumeta Şamê neçar e ji vê siyaseta şaş vegere û çavkaniyên xwe yên bingehîn ên desthilatê bike esas. Hesabê mayîndekirina rejîma Baasê dive li aliyekî bimîne û divê bi Rêveberiya Xweser re têkiliyan deyne û ji bo komareke demokratîk bê dagirkerî û qirkirin û asîmîlasyonê bigihêje lihevkirinekê.

Divê hikumeta Şamê êdî ji vê yekê nereve. Pêdiviya Rêveberiya Xweser bi Şamê nîn e, lê belê pêdiviya Şamê bi wê pir zêdetir e. Dema ku DAIŞ-Nusra û komên din ên çete bi desteka dewleta Tirk  Sûriye dagir kir, ne hikumeta Şamê bû ku herêm  parast, lê YPG-YPJ û piştre jî hêzên QSD'ê bûn. Derketin û birêxistinkirina van hêzên parastinê ne di encama piştgiriya hikumeta Şamê de bû, lê belê mayîna hikumeta Şamê ji ber berxwedana van hêzên parastinê bû. Divê hikumeta Şamê ku zîhniyeta xwe ya netewedewletê ji ser xwe biavêje û êdî vê rastiyê bibîne û qebûl bike. Neçar e xwe biguherîne, bi dînamîkên navxweyî yên welêt re li hev bicive û li aliyekî li dijî dagirkeriyê li ber xwe bide û veguherîna xwe ya navxweyî bi rengekî demokratîk ewle bike.

HEKE YEKRÊZÎ ÇÊBE DÊ TEVAHIYA GELÊ SÛRIYÊ QEZENC BIKE

Heke li dijî dagirkeriya Tirk ji fobiya antî-kurd rizgar bibe, wê demê hikumeta  Şamê jî dê zemînekê bibîne ku bi Rêveberiya Xweser re li hev bike. Tirsa rastî ya dewleta Tirk ev e. Dan û standinên veşartî yên bi hikumeta Şamê re hemû li ser pêşîlêgirtina vê yekê ne. Lê belê ev yek bi kêrî hikumeta Şamê nayê û dike ku welatê wê li ber dagirkeriya dewleta Tirk bimîne.

Heke hikumeta Şamê dest ji vê zîhniyet û siyaseta şaş berde, dê teqez gelên Sûriyê û tevahiya Rojhilata Navîn qezenc bike û herêm dê ji faşîzma dewleta Tirk rizgar bibe. Di vê rewşê de yên bi ser bikevin dê hemû gelên Sûriyê û herêmê bin. Nexwe yê herî zêde winda bike jî hikumeta Şamê bi xwe ye. Ji ber ku heke têkiliyek bi dewleta Tirk re bi rêya têkbirina Rêveberiya Xweser pêk were, dewleta Tirk dê hewl bide hemû Bakur û Rojhilatê  Sûriyê, Heleb û Idlibê jî li gorî xewnên Osmanî dagir bike. Heke dewleta Tirk îro nikare van planan bi cih bîne, ev yek bi temamî bi saya Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên parastinê ye. Lê heke hikumeta Şamê siyaseta xwe ya niha berdewam bike jî, dê Rêveberiya Xweser û hêzên parastinê li ber xwe bidin û bê guman derfet û firsend ên serkeftin û bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk li hemû herêmê hene. Di rewşeke bi vî rengî de dê hikumeta Şamê êdî nemîne. Gelên Sûriyê jî dê vê yekê qebûl nekin.