​​​​​​​Piştî tawanên ‘sûcên şer’ cezayên li ser Moskovê zêde dibin

DYA`yê û hevalbendên wê îro bi sedema "kuştina sivîlan" cezayên nû li Rûsyayê ferz kirin. Rûsyayê ew tawan wek "zextkariyê" bi nav kir.

​​​​​​​Piştî tawanên ‘sûcên şer’ cezayên li ser Moskovê zêde dibin
6 nîsan, 2022   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Hemwextî topbarana Rûsyayê ya li ser Mariupolê, DYA û hevalbendên wê îro ji ber "kuştina sivîlan" cezayên nû li Moskovê ferz kirin.

Mariupol ji destpêka mudaxeleya leşkerî ya hêzên Rûsyayê ya li ser Ukraynayê ve tê topbarankirin.

Îstixbarata leşkerî ya Brîtanyayê îro ragihand ku ewşa mirovî li bajêr kambaxtir dibe.

Vê hefteyê piştî ku li nêzî bajarê Buchayê "kuştina sivîlan" hat eşkerekirin, cezayên Ewropayê yên li dijî Rûsyayê zêdetir bûn.

Moskovê hedefgirtina sivîlên li Buchayê red kir û ev nîşane bi "sextekariya Ewropayê" wesif kir, da ku navê wê xirab bike.

Hemwextî tawanên Ewropayê yên li dijî Rûsyayê, wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh gotibû: "Kişfkirina cenazeyên li bajarê Bucha yê Ukraynayê şantaj e û bi armanca têkbirina diyalogên heyî yên di navbera Kîev û Moskovê de ye."

Berdevkê parlamantoya Rûsyayê roja sêşemê gotibû dîtina cenazeyan li wî bajarî wekî şanoyeke ji gelê li Ewropayê re hatibe amadekirin. Parlamenter Vyacheslav Volodin got: "Kuştina sivîlên li Buchayê beşek ji hewldana xapandinê ya Ewropayê ye da ku navê Rûsyayê xirab bike."

Cezayên Yekitiya Ewropayê yên pêşniyarkirî ku dê 27 dewletên endam îmze bikin, dê kirîna petrol û komira Rûsyayê qedexe bike û rê nede keştiyên Rûsyayê ku derbasî benderên Yekitiya Ewropayê bibin.

Rayedara ji Yekitiya Ewropayê Ursula von der Leyen got dê hawirdeyên petrolê jî qedexe bikin.

Wezîra karên derve ya Almanyayê jî got: "Qedexekirina komirê gava yekemîn e û ber bi qedexeya hemû sotemeniyên Rûsyayê ve diçe. Ukraynayê diyar kir ku qedexekirina gaza Rûsyayê kiryarekî aktîf e da ku di diyalogên aştiyane de bigihêjin peymana bidawîkirina şer."

Duh piştî ku Zelensky li Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê axivîb, got cezayên nû yên li dijî Rûsyayê divê bi xetereya sûcên "şerê dagirkeran " re hemaheng be.

Pentagonê duh diyar kiribû ku DYA dê 100 milyon dolarê din û moşekên Javelin bide Ukraynayê.

Şîrketa INTC.O jî daxuyand ku hemû bazirganiyên li Rûsyayê rawestandine û dê ji welat derkeve.

(eh)