​​​​​​​Dewleta Tirk radigihîne, hikumeta Şamê red dike; rastiya hevdîtinên wan çi ye?

Careke din behsa têkiliyên di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de tê kirin. Dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê behsa hevdîtinên di navbera berpirsên her du aliyan de dikin lê hikumeta Şamê vê yekê red dike.

​​​​​​​Dewleta Tirk radigihîne, hikumeta Şamê red dike; rastiya hevdîtinên wan çi ye?
6 nîsan, 2022   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Hurriyet a Tirkiyê roja duşemê ragihand ku rayedarên welatê wî ji bo destpêkirina diyaloga bi hikumeta Sûriyê re gotûbêjan dikin da ku têkiliyên dualî baş bikin.

Rojnameyê îdia kir ku siyaseta hevsengiyê ya dewleta Tirk a vê dawiyê û rola ku Enqereyê di mehên dawî de di çareserkirina şerê Ukraynayê de lîstiye, niha ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê baş e.

Çavkaniyan her wiha diyar kir ku dewleta Tirk di hemû têkiliyên xwe yên bi rêveberiya Sûriyê de, tekezî li ser 3 tiştên dike, ew jî parastina yekitiya axa Sûriyê, mîsogerkirina ewlehiya penaberên ku vedigerin welatê xwe û dijminatiya li dijî tevgera azadiya Kurdistanê.               

Li gorî rojnameyê, Enqereyê ev peyam beriya serdana Beşar Esed a li Îmaratê, gihandin Şamê.

Li aliyê din jî hin çavkaniyên di Wezareta Karên Derve ya hikumeta Şamê de îdiayên rojnameya Hurriyetê red kirin.

Rojnameya El-Watan a nêzî hikumeta Şamê, têkildarî îdiayên rojnameya tirkî wiha ragihand: "Tiştê ku tê de hat belavkirin, tenê propaganda ye, bi nêzîkbûna hilbijartinên serokkomariya Tirkiyê re. Bi mebesta xweşikkirina rejîma Tirkiyê ye ku hemû prensîba cîrantiyê û têkiliyên di navbera gelên Sûriyê û Tirkiyê de binpê kiriye.”

Rejîma Tirkiyê bi rêya piştgiriya rasterast ji rêxistinên terorîst û bi rêya hebûna hêzên xwe yên nerewa li ser axa Sûriyê ji bo parastina van rêxistinan û talankirina kevneşopên Sûriyê û hewlên ji bo guhertina demografiya bakurê Sûriyê, siyasetên êrişker û bêexlaq ku wekî sûcên şer tên binavkirin, li dijî Sûriyê û gelê wê pêk tîne.

Hikumeta Şamê nikare bi rejîma Erdogan re diyalogê bike, heta ku dewleta Tirk hêzên xwe yên nerewa ji axa Sûriyê vekişîne, piştgiriya terorîstan rawestînin û binpêkirinên dubare yên li dijî gelê Sûriyê rawestînin.

Ev ne cara yekê ye ku hikumeta Şamê hebûna hevdîtinên di navbera berpirsên wê û berpirsên dewleta Tirk de red dike, piştre jî tê xuyakirin ku hevdîtin pêk hatine.

Raporên çapemeniya Tirkiyê berî niha behsa hevdîtina serokê MÎT’a Tirk Hakan Fîdan û serokê Nivîsgeha Ewlehiya Neteweyî ya hikumeta Şamê Elî Memlûk kiribû lê hikumeta Şam ev red kiribû.

Li gor SANA’yê di Çileya 2020'an de Elî Memlûk û Hakan Fîdan li Rûsyayê civiyan. Li gorî ajansê, di 13'ê Çileya 2020'an de li Moskovê bi amadebûna Memlûk, Fîdan û hin rayedarên Rûsyayê civîneke sêalî hat lidarxistin.

Di salên borî de gelek rapor behsa serdanên her du aliyan û gelek hevdîtinên di navbera her du aliyan de kirin ku yek ji wan jî li Bexdayê bû.

Tevî ku hikumeta Şamê bi awayekî fermî ev hevdîtin red kir, lê cîgirê wezîrê karên derve Beşar El-Ceferî û şêwirmenda Esed Buseyna Şaban behsa hevdîtinên di navbera her du aliyan de kir.

Bi nêrîna çavdêran ku di salên borî de hevkariya ewlehiyê ya di navbera Şam û Enqereyê de nehatine qutkirin û di encamê de dewleta Tirk efserê sûrî yê ji artêşê qut bûye û serçeteyê "Artêşa Azad" Hisên Hermûş radestî Şamê kir.

(dx)