Tunis: Daxuyaniyên Erdogan nayên qebûlkirin

Wezareta Karên Derve ya Tunisê daxuyaniyên Erdogan ên têkildarî jihevxistina parlamentoyê wek destwerdanekê di karên hundir de bi nav kir û got nayên qebûlkirin.

Tunis: Daxuyaniyên Erdogan nayên qebûlkirin
6 nîsan, 2022   07:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundir a Tunisê daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên têkildarî jihevxistina parlamentoya Tunisê wek destwerdanekê di karên hundir ên welêt de bi nav kir û li dijî têkiliyên biratî yên di navbera her du welatan û gelan de ye.

Di çarçoveya piştgiriya Ixwan Muslimên de Erdogan duşemê biryara jihevxistina parlamentoya Tunsiê rexne kir û bi berovajîkirina demokratiyê û derbeyek li dijî vîna gelê tunisî bi nav kir.

Wezareta Karên Hundir a Tunisê sêşemê yanî piştî rojekê ji daxuyaniyên Erdogan, daxuyanî da û got: “Em ji daxuyaniya serokkomariyê Tirkiyê şaş man. Tunis pabendî têkiliyên xurt bi dewletên cîran û dost re ye ku bingeha wê hevkarî, hevgirtin, şêwirî û bawerî ye. Di heman demê de Tunisê girêdayî serxwebûna biryara xwe ya nîştimanî ye û bi tundî hewldanên destwerdanê li dijî serdestî û vebijêkên gelê xwe yan jî çêkirina gumanan di demokratiya wê de red dike.”

Wezaretê destnîşan kir ku Tunis azad e û gelê wê xwediyê serdestiyê ye. Ew tenê dikare xeta pêkanîna azadiya rasteqîn diyar bike ku ewlehî, rûmet û destkeftiyan diparêze.

(şx)