​​​​​​​Rojnameyên erebî: Astengiyên siyasî li pêşiya hilbijartinan li Iraqê dibin bend

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî hilbijartinên li Iraqê, cezayên dewletên rojavayî yên li dijî Rûsyayê û kar û barên Lîbyayê nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Astengiyên siyasî li pêşiya hilbijartinan li Iraqê dibin bend
6 nîsan, 2022   07:47
NAVENDA NÛÇEYAN

`MECLISA DADÊ YA BILIND KAXIZA HIKUMETA AWARTE JI DESTA TEVGERA EL-SADIR KIŞAND`

Têkildarî rojeva Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Meclisa Dadê ya Bilind kaxiza hikumeta awarte ji destê Tevgera El-Sadir kişand ku dixwest bi kar bîne, heke Çarçoveya Koordînekirî pirsgirêka hilbijartinên serokkomariyê û avakirina hikumetê çareser neke.

Serokê Meclisa Dadê ya Bilind Fayêq Zêdan got şert û mercên heyî ji bo vebijêrka avakirina hikumeta awarte ne guncaw in.

Li gorî rewşa heyî, çavdêr diyar dikin ku Tevgera El-Sadir dê hewl bide bi Çarçoveya Koordînekirî û aliyên din ên siyasî re li hev bike. Berovajî wê, dê alozî berdewam bike û li gel aloziya aborî dê zirareke mezin bide Iraqê.”

`CEZAYÊN NÛ YÊN ROJAVAYIYAN LI SER RÛSYAYE`

Der barê aloziya li Ukraynayê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Nêrînek heye ku cenazeyên piştî vekişîna hêzên Rûsyayê ji Buchayê hatine dîtin, dê encamên wê li ser astên qanûnî, dîplomatîk, siyasî, leşkerî, bazirganî û aborî giran bin.

Ev geşedan bû hicetek ku Ewropa cezayên din li Moskovê ferz bike. Armanca sereke ew e ku fişarê li Rûsyayê bikin da ku jêderên xwe yên malî kêm bibin û di aliyê aborî de wê tengav bikin. Her wiha careke din diyalogan pêk bîne ku bi agirbestê û bi bidawîkirina şer tacîdar be.

Serokê Fransayê û şêwirmendê Almanyayê duşemê banga ferzkirina cezayên din li Moskovê kir di nav de derxistina Banka Navendî ya Rûsyayê û bankên bazirganiyê ji pergala SWIFT’ê, ferzkirina cezayan li ser hewavaniyê, hinarde û rayedarên peyabilind (di nav de serok Pûtîn), wezîr, kesên nêzî rejîmê, dewlemendan. Macron got divê Ewropa petrol û komirê ji Rûsyayê nekire.”

`HEWLDANÊN RÊGIRTINA LI PÊŞIYA RÛDANA ŞEREKÎ LI TERABLUSÊ`

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Li gorî çavkaniyekî berpirs ê Wezareta Karên Hundir a Lîbyayê, piştî şerên dijwar ku li Terablusê roja duşemê pêk hatine, desthilata rêveber a Terablusê kontrol dike, peywendiyên xwe bi serokên tugayên ewlehiyê û leşkerî re zêde kirin da ku ewlehî û istiqrarê li paytextê dabîn bikin û rê nedin ku tundî û nakokî di navbera wan hêzan de pêk were.

Wezareta Karên Hundir a hikumeta Fethî Başaxa şerên li Terablusê rû dane şermezar kirin û banga rawestandina wê kir. Her wiha destnîşan kir ku mîna vî şerî di nav sivîlan de nayê qebûlkirin. Wezaretê bang li hemû aliyên li Terablusê kir ku şer rawestînin û berjewendiya lîbyayiyan bidin pêşiya her tiştî.”

(şx)