​​​​​​​MXDŞ: Em bang li gelê xwe dikin li dora ramanên rêber Apo kom bibin

MXDŞ’ê rojbûna rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û diyar kir “Em bang li gelê xwe dikin li derdora ramanên rêber Apo kom bibin, li xeta Rêbertî xwedî derkevin û  bi planên dijmin ku niha li ser Şengalê tên meşandin, neyên xapandin.”

​​​​​​​MXDŞ: Em bang li gelê xwe dikin li dora ramanên rêber Apo kom bibin
4 nîsan, 2022   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi boneya 73’yemîn rojbûna rêber Abdullah Ocalan daxuyanek nivîskî da.

Daxuyaniya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê wiha ye:

“Di baweriya civaka êzidî de meha Nîsanê meha herî pîroz û meha vejîna gerdunê ye. Di 4 Nîsanê de rojbûna Rêber Apo ji bo me xwedî wateyekî mezin e. Çiqasî me wek civaka êzidî dereng jî xwe gihanad fikr û ramên Rêber Apo, lê dîsa jî em dikarin bêjin me bi vî fikrî rê li ber ferman girt.

Roja rojbûna Rêber Apo ji bo tevahiya civakên di Rojhilata Navîn de xwedî giringiye. Civak careke din bi fikir û felsefeya xwe rabûye ser piyan, xwe nas kiriye û bûye xwedî îradeya mîsogerkirî. Em di serî de rojbûna  Rêber Apo li tevahî gelê bindest, gelê azadîxwaz û wekhev, gelê Kurd, tevahî mirovahiyê û civaka êzidî pîroz dikin.

Em weke civaka êzidî, ji bo me Rêber Apo sembola berxwedan û hêviyê ye. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo piştî 74 fermanan, me çanda berxwedanî, li xwe xwedî derketinê xwe naskirinê hate nûjen kirin. Ji ber her û her destihlatdar û dijminê mirovahiyê, civaka me bê rol û misyon hiştibû.  Ew bê hêvî kiribû, ruhê berxwedanê têde kuştibû. Hemû hêviyên civakê ji wê qut kirbû, lê careke din bi fikir û felsefeya Rêber Apo civaka êzidî doza xwe naskir û bi wê çandê xwe li ser piyan girtin. Ji ber ku me çanda berxwedêriyê bi pêşxsit li ser fikrê rêbertî loma dijminê mirovahiyê ku her li dijî hebûna azadiya gelane dewleta Tirk û hevkarên wê êrîşî ser me dikin. Dijminan şagirtên rêber Apo ku hemû hêza xwe ji bo Şengala Xweser û azad xistin dewrê, ji Mam Zekiyan bigire Heya Zerdeşt, Seîd û Merwan Bedel bi dehan pêşengên me kirin hedef. Van pêşngên civakê xwe îqna kiribûn ku ji bilî pirojeya rêber Apo tu titştekî din birîna Êzdiya nakewîne.

Bi Hezaran keç û jinên êzidî ketin destê çeteyan û bûn qurbaniyên sîstema desthilatdar.Her wiha di milê jin de piştî hezaran sala ji pelçiqandinê, tunekirinê, bê îradekirinê ji nasnama xwe ya zayendî şermkirinê, bi fikirê Rêber Apo jinên êzidî zincîra koletiyê qetandin, ber bi azadiya xwe û avakirina civaka wekhev û demokiratik beziyan. Nasname û hebûna xwe xwedî derketin. Evîna jiyana azad bû hedef û armancê wan.

Ji ber ku rêya çareseriya piskirêkên di rojhilata navîn de diqewimin bi azadiya rêbertî ve girêdaye, hêzên desthiladar , di serîde dewleta Tirk a dagirker tecrîd daniye ser rêbertî. Ev tecrîd  li ser tevahî civaka azadîxwaz û mafdar tê meşandin. Îrade û girêdana gel û Rêber Apo weke goşt û neynûkê ye. Ev berxwedaniya ku tê kirin ku bi hezaran kesan ji bo vê tecrîdê bişkînin û faşîzma heyî hilweşînin canê xwe dane ber mirinê, vê girêdanê ku nava gel û Rêber Apo dide diyarkirin. Ev hêz, bawerî û berxwedan ji rastiya Rêber Apo tê.

Ji bo vê jî em weke Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, bi fikir û felsefeya netewa demokratîk bûne xwedî proje û îrade. Di hemû aliyan de bûne xwedî biryar. Êdî em serî ji tu kesî re natewînin, ber bi xweserî û mafê xwe yê rawa dibezin. Em wê sozê didin Rêber Apo û şehîdên Êzîdxana pîroz ku Êzîdxaneke xweser û azad weke ku ew dixwazin, ava bikîn. Em bi serfirazî têde jiyan bikin.

Li ser vê pirojeyê em wek pêkhateyên  Şengalê li ser xwe birêve dibin, di roja meya îro de rastî gelek astengiyan tê ji aliyê Iraq , PDK’ê û delweta Tirk ve. Loma em bang li gelê xwe dikin li derdora ramanên rêber Apo kom bibin, li xeta Rêbertî xwedîderkevin û bi pilanên dijmin ku nihe li ser Şengalê tên meşandin, neyên xapandin. Carekî din em 4’ê Nîsanê li tevahiya gelên bindset û azadîxwaz, taybet li civaka xwe pîroz dikin.”