​​​​​​​Moskovê tawanên pêkanîna komkujiyan derewandin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îdiayên ku hêzên wê li Buchayê komkujî pêk anîne, derewandin. Li aliyekî din dewletên rojavayî dê cezayên dîtir li Moskovê ferz bikin.

​​​​​​​Moskovê tawanên pêkanîna komkujiyan derewandin
4 nîsan, 2022   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibê dengê teqînan ji bendera Odessa hat bihîstin. Dezgehên çapemeniyê yên Ukraynayê ragihand ku dengê teqînan li bajarê Kharison jî hat bihîstin.

Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê ragihand ku şer li Mariupolê berdewam e. Hêzên Rûsyayê hewl didin bajêr kontrol bikin. Li aliyekî din hêzên Rûsyayê got ew hêzên xwe ji nû ve bi cih dikin û êrişên li dijî Donbassê zêde bikin. Li gorî îstixbarata Brîtanyayê, çeteyên Fagnir û gelek çete derbasî herêmê bûne.

Her wiha qeymeqamê Summyê ragihand ku hêzên Rûsyayê bi temamî ji herêmê vekişîne. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku korîdoreke mirovî li Mariupolê vekir da ku sivîl ji bajêr derkevin.

Cîgirê serokê şaredariya Buchayê Taras Shabravsky got 50 kes li bajêr hatine kuştin ku cenazeyên wan piştî vekişîna hêzên Rûsyayê ji bajêr, hatin dîtin. Li gorî şaredar, ew qurbaniyên komkujiya hêzên Rûsyayê ye û rayedarên Moskovê bi pêkanîna sûcên şer tawanbar kirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniyeke xwe ya roja yekşemê de got hemû wêne û dîmenên ku desthilata Ukraynayê belav kirine ku hêzên Rûsyayê sûc li Buchayê pêk anîne, derew in û bi kiryareke provokatîf e.

Wezaretê wiha got: “Dema hêzên çekdar ên Rûsyayê bajar kontrol dikir, li dijî tu welatiyekî tundî nehat bikaranîn. Beriya ku ji bajêr vekişin 452 ton alîkarî ji sivîlan re li seranserê Kîevê re pêşkêş kir.”

Sharbravsky eşkere kir ku piştî vekişîna hêzên Rûsyayê 300 cenaze hatine dîtin. Rayedaran got wan heta niha belge kiriye ku 50 kes bi destê hêzên Rûsyayê hatine darvekirin.

Li aliyekî din dewletên rojavayî amadekariya ferzkirina cezayên dîtir li Moskovê dikin.

Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelensky hêzên Rûsyayê rexne kir û wek kujer, celad û diz bi nav kirin, piştî ku bi dehan cenazeyên sivîlan li Buchayê hatin dîtin.

Wezîrê karên derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba jî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Ez dixwazim ku Koma 7`an (G7) cezayên girantir li Moskovê ferz bikin û petrol, gaz û komirê qedexe bikin û hemû benderan li pêşiya keştî û kel û pelên Rûsyayê bigirin û Rûsyayê ji SWIFT`ê derxin.”

(şx)